Erka Miles Ceggins li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Berdevkê fermî yê Koalîsyona Navneteweyî serheng Miles Ceggins bi civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk re ragihand ku erka wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dawî bû.

Erka Miles Ceggins li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
5 îlon, 2020   14:22
HESEKÊ

Îro girêdayî bidawîbûna erka berdevkê Koalîsyona Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê serheng Miles Ceggins, civîneke çapemeniyê ya hevbeş bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re hate lidarxistin.

Civîna çapemeniyê li nuqteya Bendava rojhilatê Hesekê bi beşdariya berdevkê ragihandinê yê QSD`ê Mistefa Balî û berdevkê fermî yê Koalîsyona Naveneteweyî serheng Miles Ceggins, li dar ket.

Berdevkê ragihandina QSD`ê Mistefa Balî di destpêka civînê de axivî û wiha got: "Piştî salekê û 4 mehan ji karê hevbeş bi serheng Miles Ceggins re, erka wî bi dawî bû û dê vegere welatê xwe."

Balî wiha domand: "Serheng Miles Ceggins dê bi serbilindî vegere. Ji ber ku li dijî mezintirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê şer kir û em bi hev re bi serketin."

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Miles Ceggins jî wiha got: "Beriya 6 salan, hêzên Koalîsyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî rêxistina terorîst (DAIŞ) hate damizrandin. Ji 10`ê Îlona 2014`an de me 7 milyon mirov û 110 hezar km2 erdên dagirkirî, rizgar kir."

Miles Ceggins piştrast kir ku dê cîhan ji bîr neke ku lehengê rasteqîn li dijî rêxistina DAIŞ`ê, Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) ye û got: "QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê ji Reqayê heta Rimêlanê û ji Amûdê heta Besrayê, hêza xwe kir yek û DAIŞ têk bir."

Ceggins wiha lê zêde kir: "DAIŞ`ê zirar da malbat û hevalên we. Hinek ji we jî ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û hikumeta El-Esed û şerê wan li dijî sivîla, xwedî birînên kûr in."

Ceggins li ser navê baregeha Koalîsayona Leşkerî ya têkbirina DAIŞ`ê soza da ku dê berpirsiyarên xwe li dijî şêniyên herêmê pêk bînin û dê koalîsyon beşdarî perwerdekirina hêzên antî teror bibe, ku fermandarên DAIŞ`ê di çend mehên dawî de li ser destê wê hêzê hatibûn tunekirin.

Miles Ceggins di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi QSD`ê re hevkar in û heta tunekirina DAIŞ`ê bi temamî em ê piştgiriya QSD`ê bikin. Her wiha ji bo xurtkirina ewlehiya sînor û pêşîgiritna derbasbûna DAIŞ`ê di sînorê Sûriyê-Iraqê re, em bi hêzên Iraqê re kar dikin."

(cx)

ANHA