Peyama Weqfa Newroz ji NY’yê re: Em ji gelê xwe re aştî û ji rêber Ocalan re azadiyê dixwazin

Weqfa Newroz a Civakî û Çandî ya Lubnanê peyamek ji sekreterê Giştî yê yê NY’yê Antonio Guterres re bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê şand û tê de bang li aştiyê ji bo gelê Kurd kir û azadiya rêber Ocalan kir.

Peyama Weqfa Newroz ji NY’yê re: Em ji gelê xwe re aştî û ji rêber Ocalan re azadiyê dixwazin
5 îlon, 2020   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Şandeyek ji Weqfa Newrozê serdana navenda NY`yê li Lubnanê kir ku peyman radestî berpirsa dosyaya hiqûqî ya NY’yê Reşa Qêsî kir. Şande ji seroka Weqfê Henan Osman û du endamên rêveber Xezala Seido û Cîhan Îbrahîm pêk dihat.

Di peyamê de wiha hate gotin:

Ji serkreterê giştî yê NY’yê birêz Antonio Guterres re:

"Em kurdistaniyên li Lubnanê ne, bi boneya Roja Cîhanê ya Aştiyê bi hêvî li tevahî cîhanê aştî, ewlehî û aramî pêk were.

Gelê Kurd ê têkoşer di dîroka wî ya biêş de tenê hedefa wî azadî bû û jiyana mîna gelên li ser erdê ku bi nasname û zimanê xwe bixwînin. Ev jî mafekî li gorî qanûnên NY’yê û tevahî peymanên navneteweyî, rewa ye.

Bi vê boneyê aştiyê ji gelê Kurd re dixwazin, her wiha divê fîlozofê Kurd Abdullah Ocalan rizgar be. Ji ber em bawer in ku fikr û nexşerêya ku ji bo Rojhilata Navîn daniye dê şerê bênavber li herêmê rawestîne, aştiyê û wekheviyên di nava gelan de pêk bîne. Ev yek jî li Rojava bi rêya biratiya gelan û çanda neteweya demokratîk pêk hat.

Her wiha tecrîdkiirna rêber Ocalan, tecrîdkirina gelê Kurd û gelên bindest e.

Ji erka tevahî rêxistin û saziyên navneteweyî yên mafên mirovan e ku bi erkên xwe yên mirovî li hember sûcên ku dewleta Tirk li dijî siyasetmedar û azadîxwazên me pêk tîne, rabin."

(fr)

ANHA