Jinên ciwan: Pêwîstiya demê bi yekitiyê heye

Ciwanan bi bîr xistin ku pêwîstiya qonaxê bi yekitiya kurdî heye, ne bi rûniştina bi dijminên doza Kurd re û rewabûnê bidin topbarana artêşa Tirk ji xaka Kurdistanê.

Jinên ciwan: Pêwîstiya demê bi yekitiyê heye
5 îlon, 2020   12:35
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Di demeke ku dewleta Tirk a faşîst êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medya dike, berê kolana kurdî li hêzên kurdistanî ye ku piştgiriya hêzên gerîla û li dijî van êrişan bisekinin. Serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê serdana Tirkiye kir û li ser maseya rûniştin.Têkildarî vê yekê ciwanên navçeya Tirbespiyê gotin ku bi vê serdanê hikumetê rewabûn da wan êrişan.

Nisrîn Elî destnîşan kir ku di vê demê de êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Parastina Medya berdewam in û hewl dide vîna gelê Kurd tune bike, lê hêzên gerîla li hemberî van êrişan berxwedaneke qehremanî nîşan didin.

Nisrîn Elî diyar kir ku di vê demê de gelê Kurd hêviya piştgiriya vê berxwedanê dikin, lê serokê hikumeta Başûrê Kurdistanê serdana Tirkiye dike û ev jî nakeve xizmeta doza gelê Kurd.

Nesrîn anî ziman kuj pêwîstiya demê bi yekitiya kurdî heye, ne ku bi dijmirinê doza Kurd re li ser maseyekê rûnên û rewabûnê bidin topbarana artêşa Tirk ji xaka Kurdistanê re, ji ber vê divê hikumeta Başûrê Kurditanê helwesta xwe û sedema serdana serokê hikumeta wê ji Tirkiye re zelal bike.

 

Merwa Osê diyar kir ku jinên li Rojava tevahiyê kiriyarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar dikin û got ku Tirkiye dixwaze hebûna gelê Kurd tune bike.

Merwa Osê di dawiyê de banga piştgiriya berxwedana Heftenînê kir.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iZi5UqvFRlw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>