Qonaxa sibehê ya roja duyemîn a Komxebata Şerê Taybet bi dawî bû

Komxebata Şerê Taybet li bajarê Kobanê bi beşdarbûna rewşenbîr, kesayetên civaka sivîl û partiyên  siyasî, di roja duyemîn de dewam dike.

Qonaxa sibehê ya roja duyemîn a Komxebata Şerê Taybet bi dawî bû
Qonaxa sibehê ya roja duyemîn a Komxebata Şerê Taybet bi dawî bû
Qonaxa sibehê ya roja duyemîn a Komxebata Şerê Taybet bi dawî bû
Qonaxa sibehê ya roja duyemîn a Komxebata Şerê Taybet bi dawî bû
Qonaxa sibehê ya roja duyemîn a Komxebata Şerê Taybet bi dawî bû
5 îlon, 2020   13:54
KOBANÊ

Îro (şemiyê) qonaxa duyemîn a Komxeata Şerê Taybet li bajarê Kobanê dest pê kir û tê de mijarên wekî girîngiya perwerdeyê, bandora wê li ser civakê û çawaniya pêşîgiritna şerê taybet, hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên kantona Kobanê Leyla Ebdo semînera sibehê da. Semîner li ser girîngiya perwerdeyê, bandora şerê taybet û şêwazên wê li ser perwerdeyê, çawaniya piştgirîdayîna  ciwanan û teşwîqkirina wan ji bo bikaranîna rast a teknolojiyayê bû.

Piştî nîqaşên nêzî du saetan, beşdaran li ser van biryaran li hev kir; Rêveberiya Xweser girîngiyê zêdetir bide perwredeyê , her wiha li ser tiştên bêexlaqî yên li ser malperên tevna civakî û malperên înternetê yên din hişyarî û têgihîştin bê kirin.

Beşdaran bal kişand ser bikaranîna nerast a îneternetê û piştrast kir ku du rûyên îneternetê hene (erênî û nerênî). Her wiha xwest ku hem şênî û hem jî Rêveberiya Xweser li ser vê mijarê baş bisekinin.

Beşdaran her wiha bang li şêniyan kir ku beriya û piştî dibistanê, zarokên xwe di bin çavdêriya malbatî de bihêlin û serdana dibistanên wan bikin da ku rewşa wan bişopînin.

Piştre semîrek girêdayî bikaranîna jin û ciwanan wekî amûr û bandora şerê taybet li wan, hate dayîn. Mizgîn Xelîl semîner bi rêve bir û tekezî bi wê yekê kir ku dewletên diminên gelê herêmê di radeya yekê de jin û ciwanan dike hedef ji ber ku her du beşên sereke yên civakê ne.

Di semînerê de wiha hate gotin: "Ciwan bi rêya televizyon, telefonên destan, rêzevfilm û rêklamên xerab, tên hedefgirtin."

Beşdaran jî nêrînên xwe li ser mijarê parve kir û behsa tedbîrên zanakirina civakê kir.

Her wiha rewşa malbatî û zexta malbatan hate nîqaşkirin ku dihêle jin berê xwe bidin xwekuştinê û ciwan jî madeyên hişbiriyê bi kar bînin. Li ser mijarê gelek pêşniyar hatin kirin ji wan, komîteyeke zanistî çavdêriya mamosteyên dibistanan bike da ku asta wan bişopîne û asta pêşketina xwendekaran bişopîne.

Beşdaran  her wiha ji bo pêşîlêgirtina belavbûna bikaranîna madeyên hişbiriyê û pêşîlêgirtina bandora şerê taybet li civakê û bi taybetî ciwanan, hin tedbîrên perwerdeyê pêşniyar kir.

Piştre nameyeke qeydkirî ya berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd hate guhdadarîkirin. Tê payîn ku di dema êvarê de li ser ekranê careke din bê pêşandan.

ANHA