Li Îranê di teqînekê de 217 kes birîndar bû

Duh êvarî li gundê Zencîra Ulya ya li parêzgeha Îlem cerek gaza kilor teqiya û di encamê de 217 kes birîndar bûn.

Li Îranê di teqînekê de 217 kes birîndar bû
5 îlon, 2020   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Îranê ya "IRNA" ragihand ku li gundê Zencîra Ulya ya herêma Cerdewal a parêzgeha Îlamê cereke  gaza kilorê ku li di kamyoneke li parêzgeha Îlamê ya li rojavayê Îranê ye teqiya û ji ber wê 217 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar bûne wan rakirin nexweşxaneya li bajarê  Îlamê ya navendê parêzgehê û nexweşxaneya bajarê Serabilê ya navenda herêmê.

Ajansê ku agahiyên xwe spartiye Frans Press diyar kir ku kesên hatin dermankirin vegeriyan malên xwe û niha li her du nexweşxaneyan 106 birîndar têne dermankirin.

eh