ꞌHikumeta Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe alîkariyê dide dewleta Tirk'

Siyasetmedarên Kurd gotin: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê li şûna ku bi gelê Kurd re li hemberî dagirkeriyê bisekine, bi bêdengiya xwe alîkariyê dide Tirkiyê da ku herêmên kurdan dagir bike."

ꞌHikumeta Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe alîkariyê dide dewleta Tirk'
5 îlon, 2020   03:16
KOBANÊ

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Heftenînê ya Parastina Medyayê berdewam in. Dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike ku herêmên din ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Gerîlayên HPG, YJA-Star di çarçoveya berxwedana cenga Heftenînê de bersiva êrişan didin.

Li hemberî êrişên dagirkeriyê ku sivîlan dikin hedef, hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê tu helwest nîşan nedaye.  Hikumeta Iraqê helwestên siyasî nîşan da, lê dîsa jî li ser rûyê erdê tu kiryar pêk nehatin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd-Sûriye ya li Herêma Firatê Gêlo Îsa got: " Dîroka dewleta Tirk bi dijminhatiya xwe ya bi kurdan re navdar e, dixweze îradeya kurdan bişkîne. Dema ku dewleta Sûriyê û Iraqê lawaz bûn dewleta Tirk ev yek ji bo xwe derfet dît û dest bi afirandina pirsgirêk û fitneyên di navbera gelê Kurd de kir, bi vê yekê xwest projeya neteweya demokratîk têk bibe û êrişî herêmên Kurdan bike. "

Îsa bal kişand ser êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên Parastinê yên Medyayê û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bala gelên xwe bibe ser pirsgirêkên derve û bi vî şeklî pirsgirêkên xwe yên siyasî û aborî veşêre.

Îsa diyar kir ku armanca dewleta Tirk parçekirina herêmên Kurdan e û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk kiryarên DAIŞ`ê berdewam dike, komên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike li Efrînê, Serêkaniyê, Girê Spî, Şengal û Heftenînê heman sûcan pêk tînin. Lîbya jî ji sûcê Tirkiye nefilitî. Lewma divê hêzên neteweyî û dewletên cîhanê li hemberî artêşa Tirk bisekinin."

Gêlo Îsa di nava axaftina xwe de îşaret bi bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li Şengalê û Heftenînê kir û da zanîn ku "Bêdengiya hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê şermeke, divê hikumeta herêmê nebe şirîka sûcên dewleta Tirk.  Em tê digêjin ku berjewendiyê herêmê yên aborî bi Tirkiye re heye û parastina berjewndiyê wê dike û nikare li hemberî wê bisekine, lê dîsa jî divê helwestekê nîşan bide û sûcên li dijî xaka xwe red bike yan jî gilînamyekê radestî NY`yê bike."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd-Sûriye ya li Herêma Firatê Gêlo Îsa di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku gel û hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê piştgiriya biryarên xwe yên Kurd ên li Heftenînê bikin û li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin, da ku ji cîhanê re isbat bikin ku gelê Kurd yek dest in.

Endama Komîteya Perwerdê ya Meclisa Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) a herêma Firatê Nesra Derwîş jî got:"Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê hişt dewleta Tirk li ser xaka Iraqê bareghên xwe ava bike, ev jî xetere ye û xizmeta Tirkiye dike. Êdî piştî Heftenînê dê dora herêmên din ên li Başûrê Kurdistanê jî were."

Nesra Derwîş bi lêv kir ku dewleta Tirk dixwaze senaryoya sûcên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Şenglê dubare bike û got, dewleta Tirk dixwaze kiryarên ku DAIŞ`ê nekarî pêk bînin ew pêk bîne û Şengal, Heftenînê û herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike.

Dewleta Tirk beriya êrişî Heftenînê bike bi 2 rojan, di 14`ê Hezîrana derbasbûyî êrişî herêma Şengalê û wargeha Penaberan Mexmûr a Başûrê Kurdistanê jî kir.

3`yê Tebaxa 2014`an jî çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê kirin, komkujî pêk anîn, di encamê de 5 hezar sivîl bûn qurban û birîndar bûn, jin û zarok revandin û heta niha çarenûsa hinan ji wan ne diyar e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-VZfOIGE4QE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>