​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide

Şêniyên gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê gotin: "Tevî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê em ê li malên xwe bimînin û parastina gund bikin."

​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide
​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide
​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide
​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide
​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide
​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide
​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide
​​​​​​​Gundê Um El-Kêf li dijî êrîşan li ber xwe dide
5 îlon, 2020   04:08
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî bajarê Serêkaniyê dagir kirin, bi domdarî gundê Um El-Kêf ê dikeve rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran dikin. Şênî ditirsin ku senaryoya 2013`an dubare bibe, ku di wê salê de balafirên hikumetê komên çeteyan ên li gund bomebaran kirin, piştî bombebaranê çeteyan sûc li dijî şêniyan pêk anîn û ji sivîlan xwestin ku gund vala bikin.

ZÊDETIRÎ 200 MALBATÊN  JI GUND KOÇBER BÛN

Şêniyê bi navê Hesen El-Xidir ê ji gundê Um El-Kêf diyar kir ku ji beriya 10 mehan ve ew der bi der bûne û got: "Li gund zêdetirî 240 malbat hebûn, lê ji dema çeteyên dewleta Tirk gihaştin derdora gund, gundî koçber bûne, niha tenê 40 malba li gund man."

Hesen El-Xidir destnîşan kir ku piraniya şêniyên gund koçberî Hesekê bûn, hin jî li kampê man, ji ber ku topbarana domandar a bêserûber ew bêzar bûne.

Hesen El-Xidir da zanîn  ku ji ber topbarana çeteyan bi dehan malên sivîlan hatin hilweşandin û bi dehan sivîlan birîndar bûn.

JI DUBAREKIRINA SENARYOYA 2013`AN BI TIRS IN

El-Xidir trajîdiyaya sala 2013'an bi bîr anî û wiha pê de çû: "Sala 2013`an çete li gundê Um El-Kêf bûn û depoya genim desteser kirin, balafirên hikumeta Sûriyê gund bomebaran kir, di encamê de şênî li hemberî çeteyan derketin û daxwaza derketina wan ji gund kirin, ji ber vê çeteyan gule li sivîlan reşand, 2 jin şehîd ketin û gelek sivîl jî birîndar bûn."

Xidir destnîşan kir ku tevî metirsiya heyî û topbaranê, lê dîsa jî ew ê li malên xwe bimînin û parastinê bikin.

ꞌJI BER TOPBARANÊ BEŞEK MALA MIN  HILWEŞIYAꞌ

Şêniya bi navê Gemra El-Hisên ji gundê Um El-Kêf e, piştî ku çeteyan nêzî gund dibin û bêserûber gund topbaran dikin, bi gelekî şêniyên din re ji gund derdikeve. Gemra dibêje: "Ji ber topbarana çeteyan aliyekî mala min hilweşiya."

Her wiha şêniyê bi navê Salih El-Erna jî axivî û got ku herêm bi ewle û armam bû, tevahiya pêwîstiyan lê peyda dibûn, lê piştî çete hatin ne av û ne pêwîstiyên jiyanê peyda dibin, di encamê de ewlehî jî tune ye.

Salih El-Eran diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk ji bo wêrankirin û xerabkirinê derbasî herêmê bûne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UNaxzth4Uxo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>