Çeteyên dewleta Tirk sivîlekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kalemêrek Efrînê revand û birin cihekî ne diyar .

Çeteyên dewleta Tirk sivîlekî din revand
4 îlon, 2020   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê ji çavkaniyên xwecihî girtine, çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" 31'ê Tebaxê sivîlê bi navê Murad Reşîd Mihemed (58) ji gundê Yelanqoz ê navçeya Cindirêsê revand.

Çavkaniyan dan zanîn ku Murad Reşîd Mihemed dema ji gund diçû bajarê Ezazê hate revandin û milyon û 250 hezar lîreyên Sûrî jê hate dizîn.

Çeteyên dewleta Tirk beriya niha kurê Murad, Mihemed revandibûn û li beramberî dana fideyê berdan.

ANHA