Sivîlek ku hatibû revandin, ji ber êşkenceyê çete jiyana xwe ji da

Welatiyê Efrînî Xelîl Seydo Mihemed ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin û êşkencekirin, jiyana xwe ji dest da.

Sivîlek ku hatibû revandin, ji ber êşkenceyê çete jiyana xwe ji da
4 îlon, 2020   17:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn, 30'ê Tebaxa 2020'an welatiyê bi navê Xelîl Seydo Mihemed (38) jiyana xwe ji dest da.

Rêxistinê diyar kir ku Xelîl Mihemed ji gundê Şerqiya yê navçeya Bilbilê ye, piştî dagirkirina Tirkiyê û çeteyê wê li navçeya Cindirêsê bi cih bû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku Xelîl 3 rojan beriya wefat bike, ji aliyê çeteyên   "Cebha El-Şamiya" bi tewana ku têkiliyên wî bi Rêveberiya Xweser re hebû, hate girtin û hate êşkencekirin. Ji ber êşkenceya lê hate kirin rewşa wî ya tenduristiyê xirab dibe. Çeteyan ew teslîmî malbata wî kirin. Herî dawî di nexwexşaneyên Cindirêsê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyan diyar kirin ku Mihemed Xelîl di Tebaxa 2018'an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve bi tewana ku têkiliyên wê bi rêveberiya xweser re hene hate girtin, dîsa hate êşkencekirin û li beramberî 500 hezar lîreyên Sûriyê hate berdan..

ANHA