'Bi yekitiya gelan wê planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk têk biçin'

Cibraîl Mistefa detnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo pêkanîna Mîsqa Millî mudexleya Rojhilata Navîn dike û got, bi yekitiya gelên Rojhilata Navîn wê planên mêtîngeriyê têk biçin.

'Bi yekitiya gelan wê planên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk têk biçin'
5 îlon, 2020   01:12
ŞEHBA-CAFER CAFO

Li gel derketina aloziya li dewletên Rojhilata Navîn, dewleta Tirk hewl dide bi awayekî yekser an jî bi rêya komên çekdar mudexeleya kar û barên dewletan bike. Lîbya, Sûriyê, Yemenê û herî dawî Lubnan jî mînaka herî ber bi çav e.

Girêdayî dîroka, siyaset û binpêkirinên dewleta osmanî û rûyên şibandinê wê bi dewleta Tirk û siyaseta Erdoganê re parêzer û endamê Rêxistina Mafên Mirovan şaxê kantona Efrînê Cibraîl Mistefa ji ANHA`yê re axivî.

Dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminahî û planên xwe yên mêtînger li dijî gelên herêmê û hêzê wê didomîne. Ji Sûriyê bigire, heta Iraq, Lîbya, Misir, Yemenê û gelek herêmên din.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk ji van mudexeleyên xwe armanc dike ku Mîsaqa Millî têke meriyetê. Li gorî vê lihevkirinê, dewleta Tirk dikare axa gelek dewletên Rojhilata Navîn tev li nexşerêya dewleta Tirk bike.

Mistefa  destpêkê behsa dîroka dewleta Osmanî kir û got: "Dewleta Tirk li ser hesabê gelên herêmê ava bû û fireh bû. Di dîroka dagirkera Osmanî gelek qonaxên tarî hene. Osmaniyan gelên herêmê bi kar anîn û siyasetên birçîkirin û leşkertiya neçarî li wan ferz kir. Her wiha wan gelan di şerên xwe yên mêtîngerî de bi kar anîn."

'DEWLETA TIRK DIXWAZE MÎSAQA MILLÎ PÊK BÎNE'

Mistefa di nav gotinên xwe de got: “Dewleta Tirk bi serkêşiya AKP û serokê wê Erdogan ji destpêka qaşo Bihara Ereban ve hewl dide vê lihevkirinê pêk bîne. Li gorî wê dikare axên gelek dewletên cîran tev li nexşeya dewleta Tirk bike. Me dît ku çawa bi rêya Îxwan Muslimîn mudexeleya Misirê kir û ola Islamê bi kar anî, mîna ku osmanî kir.”

Mistefa diyar kir ku lê ev hewldana wê di Misirê de bi ser neke, lewra mudexeleya Lîbya, Yemen, Sûriyê kir û herî dawaî mudexeleya Lubnanê dike.

'LEWRA BI ISRARE KU MÎSAQA MILLÎ PÊK BÎNE'

Di bersivandina pirsa ku çima Erdogan û partiya wî bi israr in ku Mîsaqa Millî pêk were Mistefa got: “Sed sal li ser lihevkirina Lozanê ya ku sînorên niha yên Tirkiyê û dewletên cîran diyar kirine derbas dibe. Lewra dewleta Tirk dixwaze vegera Mîsaqa Millî.”

Cibraîl Mistefa piştrast kir ku mudexeleya dewleta Tirk di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi taybet bakurê Sûriyê ji bendên bingehîn ên Mîsaqa Millî ye. Li gorî vê lihevkirinê, netewa osmanî netewek parçe nabe û nabe beşeka axa tawîz bide. Yanî ew herêmên ji Hatayî ji aliyê rojava bigire heta bigihêje Musilê li rojhilat di nav de Başûrê Kurdistanê kontorl dike.

Mistefa wiha pê de çû: “Dewleta Tirk di çarçoveya hewldanên pêkanîna Mîsaqa Millî û pêkanîna armancên dewleta Osmanî de mudexeleya Rojhilata Navîn dike. Siyaseta Erdogan dirêjahiya siyaseta sultanên osmanî ye.”

ÇARANÛSA DEWLETA TIRK DÊ MÎNA YA ÎMPERATORIYA OSMANÎ BE

Her wiha Mistefa da zanîn ku heke dewleta Tirk siyaseta xwe neguhert û biratiya gelan qebûl nekir, wê berdêlê bide mîna ku împeratoriya Osmanî daye û got: “Divê gel bi giştî dîrokê nas bike û zanibe osmanî kî ne. Heger destpêkê osmanî nas nekir, dewleta Tirk û Erdogan jî nas nakin.”

TENÊ BI YEKITIYA GELÊN ROJHILATA NAVÎN PROJEYA MÊTÎNGERÎ BIN DIKEVE

Cibraîl Mistefa di dawiyê de bang li tevahiya gelên herêmê, Sûriyê û Rojhilata Navîn kir ku bibin yek. Ji ber ku dewleta Tirk ne tenê kurdan dike hedef lê belê armanca wê ya bingehîn pêkanîna Mîsaqa Millî ye. Li gorî Mistefa ev projeya mêtîngerî tenê bi hevgirtin û yekitiya tevahiya pêkhateyan li hemberî mêtîngera nû ya dewleta Tirk, bin dikeve.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t5rPueMCBUk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>