Şêniyên Efrînê: Dewleta Tirk li dijî nirxên aştiyê ye

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê diyar kirin ku têgîna aşitiyê bûye amûrek ji bo bidestxistina berjewendiyên hêzên cîhanê û bang li hêzên cîhanê kirin ku berpirsyartiyên xwe ji bo pêkanîna aştiyê bi cih bînin.

Şêniyên Efrînê: Dewleta Tirk li dijî nirxên aştiyê ye
4 îlon, 2020   07:39
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Têkildarî Roja Aştiyê ya Cîhanî, hejmarek koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê gotin, leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê peyva aştiyê nas nakin û hêzên cîhanî jî peyva aştiyê ji bo bazirganî û berjewendiyên xwe bikar tînin.

Şêniyê bi navê Izet Hebeş got:”Tiştên ku li Sûriyê û herêmê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine, rû didin, li dijî nirxên roja Aştiyê ya Cîhanê ne û li dorî wateyên peyva ‘Aşitî’ ne." 

Hebeş destnîşan kir ku dewletên cîhanê, rêxistin, yekitiyên hiqûqî û mirovî erk û berpirsyartiyên xwe yên li hemberî binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên li deverên ku dagir kirine, wekî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê bicih naynin.

Hebeş got: "Heke hêzên cîhanî berpirsiyarî û erkên xwe yên derbarê wateyên Roja Aştiyê de bi cih anîbana, dê aştî li her deverên cîhanê pêk hatiba, dê sûcên li dijî jin, zarok û niştecihên resen çênedibû.”

Hebeş di dawiya axaftina xwe de got, hêzên cîhanî gotina aştî ji bo bazirganiyê li dijî gelên bindest bi kar tîne, ev hêz alîkariya dewleta Tirk dikin da ku qadên dagirkirinê berfireh bike.

Şêniyê bi navê Mihemed Ebdo jî got, ji bilî herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagirkirine li seranserî cîhanê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê pîrozkirin û got: " Zêdetirî du salin Efrîn dagirkirî ye, di vê demê de dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe ji kuştin, dizî, revandin û destdirêjiya li dijî mirovan didomîne, bêyî ku çavên hêzên cîhanî yên ku doza aşitiyê dikin tiştekî bêjin.”

Mihemed Ebdo di dawiya axaftina xwe de, bang li hemî rêxistinên mafên mirovan, hêz û dewletên ku doza aştiyê dikin kir ku li dijî polîtîkayên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê derkevin û aştiyê ji gelên herêmê re bînin.

ANHA