Şêniyên gundê Aliya yê Girkê Legê avakirina baregeheke leşkerî li herêmên wan red kir

Şêniyên gundê Aliya yê navçeya Girkê Legê hewldanên hêzên Rûsyayê ji bo avakirina baregeheke leşkerî li herêma di navbera gundên Hiyake û Sirmisaxa jêrîn de yên girêdayî navçeya Gikê Legê red kirin.

Şêniyên gundê Aliya yê Girkê Legê avakirina baregeheke leşkerî li herêmên wan red kir
4 îlon, 2020   07:20
QAMIŞLO

Hêzên Rûsyayê duh hewl da baregehekê li herêma di navbera gundên Sirmisaxa jêrîn û Hiyake de yên gundên Aliya ya navçeya Girkê Legê li kantona Qamişlo ava bike.

Piştî ku hêzên Rûsyayê konekî di wê herêmê de vegirt, şêniyên gundên Aliya bi lez çûn herêmê û rave kir ku ew qebûl nakin baregeheke leşkerî li herêma wan were avakirin.

Di encama israra şêniyan de hêzên Rûsyayê ji biryara xwe paşde vekişî û vegerî bajarê Qamişlo.

(şx)

ANHA