Rojnameyên erebî: Hizbullahê gelek endamên xwe ji Sûriyê vekişandin

Li gorî hinek raporan, Hizbullaha Lubnanê gelek endamên xwe ji Sûriyê vekişandine. Çavkaniyên Lîbyayê eşkere kir ku şêwirên herêmî û navneteweyî pêk tên û xuya ye dê bigihêje lihevkirineke siyasî û leşkerî girêdayî bajarê Sirte yê stratejîk. Li aliyekî din Ewropa hewl dide asta rageşiya li rojhilatê Deryayê Spî kêm bike.

Rojnameyên erebî: Hizbullahê gelek endamên xwe ji Sûriyê vekişandin
4 îlon, 2020   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî îro behsa rewşa Sûriyê, aloziya Lîbyayê û rageşiya li rojhilatê Deryayê Spî kir.

EL-BEYAN: HIZBULLAH ZÊDETIRÎ 2 HEZAR Û 500 ENDAMÊN XWE JI SÛRIYÊ DIKIŞÎNE

Rojnameyên erebî îro têkildarî rewşa Sûriyê behsa gelek mijaran kir jê ya herî girîng, hebûna Hizbullaha Lubnanê. Di vî warî de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: “Di encama zextên navneteweyî, aborî û siyasî de li ser Hizbullahê û pêla nerazîbûnê ji hêla tevahiya partiyên siyasî yên Lubnanê û siyasetmedaran, piştî teqîna li bendera Beyrûtê ku di encamê de herî kêm 190 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes birîndar bûn, gelek çavkaniyan nexasim ji herêma Biqa ya nêzî sînorên Sûriyê-Lubnanê, ragihand ku Hizbullah ji gelek hefteyan ve dest bi plana vekişandinê ya hêdî ji Sûriyê kiriye. Heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 endam, pispor û fermandarên leşkerî vekişandine.”

Li gorî Erebiye ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniya ku di çend hefteyên dawîn de gelek endamên Hizbullahê vegerîne Lubnanê û di navendên leşkerî de yên li Lubnanê, bi cih bûne.

ŞERQ EL-EWSAT: ÎNSIYATÎFÊN LIHEVKIRINEKE LÎBYAYÎ KU JI AGIRBESTÊ Û DESTHILATEKE NÛ PÊK TÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat ji çavkaniyên lîbyayî yên agahdar ragihand: “Hindik maye ku şêwirên herêmî û navneteweyî yên ku di vê demê de çêdibin, bi lihevkirineke siyasî û leşkerî di navbera aliyên nakok de girêdayî bajarê Sirte yê stratejîk tacîdar bibin. Ev lihevkirin dê rê li pêşiya agirbesteke mayînde û ji nû ve derxistina petrolê li gel avakirina desthilateke nû ji welêt re, veke.

Berpirsekî Artêşa Nîştimanî got agahiyên wî li ser mîna vê lihevkirinê tune ne. Her wiha piştrast kir ku artêş di nuqteyên xwe li herêmên Sirte û Cefreyê de ne û dê herêma kavena petrolê biparêze.

Girêdayî mijarê serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî destnîşan kir ku welatê wî piştgiriya çareseriya siyasî li Lîbyayê dûrî mudexeleyên derve û milîsên çekdar dike.

EL-EREB: JI BO SIVIKKIRINA RAGÊŞIYA LI DERYAYA SPÎ DAN Û STANDINÊN PÊŞBÎNKIRÎ YÊN TIRKIYE Û YEWNANISTANÊ HENE

Têkildarî rageşiya li Deryayê Spî rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Yewnanistan û dewleta Tirk, li ser pêkanîna dan û standinan li hev kir ji bo ku asta rageşiya leşkerî ya li Deryayê Spî sivik bikin."

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg ragihand ku Yewnanistan û dewleta Tirk têkildarî  vê rageşiyê dê li navneda NATO`yê dest bi diyalogê bikin. Ji ber her du welat der barê sînorên deryayî û mafên lêgerîna gazê de li hev nakin.

Jens Stoltenberg duh gotibû ku Yewnanistan û Tirkiye ku her du endamên NATO`yê ne, têkildarî nakokiyên der bare madeyên enerjiyê yên li herêmê li hev kiriye û ji ber vê yekê ew ê diyalogan li dar bixin.

Her wiha daxuyandibû ku piştî dan û standina bi serokên Yewnanistan û Tirkiye re her du  welatan li  hev kir ku  divê li navenda NATO`yê  dan û standin çêbe û mekanîzmayên pêşî li xetereya rûdana bûyerên li Deryaya Spî derkevin holê.

Çavdêr hêvî dikin ku ev diyalog rê li pêşiya dan û standan veke û rûdana her rageşiyê di navbera her du aliyan de derbas bike.

Ev diyalog piştî wezîrê karên derve yê  Amerîkayê Mike Pompeo têkildarî vekirina rêyên dîplomatîk û sivikkirina nakokiyên her du  aliyan  hişyar kir, pêk  hat.

Ji ber van nakokiyan Yekitiya Ewropayê û dewletên nêzîkî herêmê neçar man destwerdanê  bikin.

Yewnanistan, Îtalya û Fransayê ku her sê endamên NATO`yê ne, li heman herêma Deryaya Spî tetbîqat li dar  xistin û Tirkiyê  jî tetpîqatên deryayî li dar  xist.

(şx-eh)