​​​​​​​Hezkirin û girêdana wê bi doza Kurd re, hişt ku bibe jineke bihêz

Sûriya Hisên Mihemed jineke ji Serêkaniyê ye û li rex şervanan di Berxwedana Rûmetê de sekinî, her wiha bang li tevahî gelê Kurd kir ku li dora doza Kurd bicivin da ku parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin.

​​​​​​​Hezkirin û girêdana wê bi doza Kurd re, hişt ku bibe jineke bihêz
​​​​​​​Hezkirin û girêdana wê bi doza Kurd re, hişt ku bibe jineke bihêz
​​​​​​​Hezkirin û girêdana wê bi doza Kurd re, hişt ku bibe jineke bihêz
​​​​​​​Hezkirin û girêdana wê bi doza Kurd re, hişt ku bibe jineke bihêz
​​​​​​​Hezkirin û girêdana wê bi doza Kurd re, hişt ku bibe jineke bihêz
4 îlon, 2020   07:29
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM-COZA ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9’ê Cotmeha 2019’an êrişî bajarê Serêkaniyê kir, lê li hemberê heta niha berxwedan berxwedana berdewam e û bi sedan çîrokên şêniyên li gel şervanan li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dane, hene.

Ji nav bi sedana çîrokên berxwedanê, çîroka berxwedana şêniya bi navî Sûriya Mihemed (64) a bi kesayeta bi hêz, qehreman û ji doza xwe re wefedar tê nasîn, heye.

Sûriya Mihemed li kampa Waşûkanî ya li rojavayê Hesekê ku di 1’ê Mijdara 2019’an vebûye bi cih bûye. Kona xwe bi kulîlkan xemilandiye û hêviya wê vegera li warê xwe yê Serêkaniyê ye.

Malbata Sûriya Mihemed ji 3 xort û keçekê pêk tê. Di ciwaniya xwe de fikra şoreşgerî û Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir, jê hêz û fikra azad ku kesayeta xwe ava bike, wergirt. Her wiha jiyana xwe xist xizmeta doza Kurd. Beşdarî gelek çalakiyan tevgerê bû û wiha dibêje: "Ez, bav, dê, bira û xweşkên min pempo diçand û bi wê me alîkariya endamên tevgerê dikir."

Ji ber hezkirina Sûriya Mihemed a xurt ji doza Kurd û pêkanîna xebatên nepenî re, hikumeta Sûriyê di 27’ê Tebaxa 2008’an de girt û bi dema salekê di girtîgeha Xiwêran a Hesekê de ma. Piştre hikumeta Sûriyê ew birin gundekî Şamê û di bin çavdêriyê de hişt. Dûvre bi demekê serbest berda.

Sûriya Mihemed got, piştî çend rojan ji serbestberdanê, hikumeta Sûriyê careke din ew bi tewana dan û standina bi PKK’ê re girt û şandinên Girtîgeha Navendî ya li bajarê Helebê. Her wiha hikuemtê bi tundî girtî îşekence dikirin, ji şewitandin, kuştin û tevahî rêbazên hovane, ew jî tenê da ku bi tewanên derew itîraf bikin.

Ji ber tundiya îşekenceyê di girtîgehê de, Sûriya Mihemed bi nexweşiya Şekir û tu derman jî nedibir û di destpêka aloziya Sûriyê de piştî jê re parêzer hat erkdarkirin, hat berdan.

DI RÛDANÊN LI BAJARÊ SERÊKANIYÊ YÊN 2014’AN Û BERXWEDANA RÛMETÊ DE BEŞDAR BÛ

Sûriya Mihemed radestî îhaneta ji hêla desthilatan ve nebû. Lê berovajî wê israra wê ya têkoşînê zêde û tev li Hêzên Parastina Cewherî bû ku parastina bajarê xwe bike.

Sûriya Mihemed da zanîn ku di destpêka şoreşê de dema Cebhet El-Nusra û artêşa Tirkiyê di 2014’an de êrişî Serêkaniyê kiriye çek hilgirt û piştgiriya YPG û YPJ’ê kir.

Sûriya Mihemed têkildarî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de wiha got: "Di êrişên li dijî Serêkaniyê de li gel şervanan heta dawiyê mam, lê belê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahî çekên pêşketî bi kar dianîn. Bi wê re jî ji ber metirsiya komkujiyan, şênî koçber bûn."

Sûriya Mihemed wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi sedan şêniyên bajêr qetil kirin, hêjî cenazeyên wê di bin kavilan de ne. Em wan bûyeran ji bîr nakin, bajarê xwe ji dagirker re nahêlin û dê rojekê vegerin."

YEKITIYA KURD JI BERJEWENDIYA TEVAHÎ GEL E

Sûriya Mihemed Hisên bang li tevahî gelê Kurd kir ku bibin yek da ku parastina destkeftiyên şoreşa Rojava bikin û wiha got: "Ji berjewendiya tevahî şêniyên Kurd e ku yekitiya xwe ava bikin û dûrî berjewendiyên kesayetî û partî bin ku nakevin xizmeta dozê."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mSCqcRuKxdA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>