​​​​​​​Şêniyên gundewarên başûr rojhilatê Reqayê bangewazî li QSD`ê kirin

Êlê eşîra El-Elî şêx Remedan El-Rehal destnîşan kir ku eşîrên Ereb ên li herêmên serweriya hikumeta Sûriyê û girêdayî gundewarên Reqayê gelek bangewazî li eşîrên Ereb ên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku wan ji kiryarên hikumeta Sûriyê rizgar bikin û xwestin ku bangewaziyên wan bigihînin QSD`ê.

​​​​​​​Şêniyên gundewarên başûr rojhilatê Reqayê bangewazî li QSD`ê kirin
4 îlon, 2020   06:32
REQA- EMAR EBDULATÎF

Hêzên alîgirên hikumeta Sûriyê di dema destwerdana li herêmê de gelek milîsên xwedî îdeoloiya mezhebî, ava kirin. Ev milîs îro gefan li şêniyên herêmên di bin serweriya xwe de dixwin. Nexasim piştî rûdana gelek bûyerên kuştina şêniyên wan herêman ku mîlîsên girêdayî hikumeta Sûriyê bi wê yekê hatin tewanbarkirin.

Êlê eşîra El-Elî şêx Remedan El-Rehan di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re got, eşîrên Ereb ên li herêmên gundewarên Reqayê yên seweriya hikumeta Sûriyê û mîlîsên girêdayî wê, gelek bangewazî kirine ku wan ji xeteriya mîlîsan xilas bikin. Her wiha xwestin ku bangewaziyên wan bigihînin Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî.

Remedan El-Rehal wiha got: "Kiryar û bûyerên kuştin komî yên li çolistana Sebxe û Medan li dijî şêniyên gundewarên Reqayê rû didin, hişt ku bi dehan kes jiyana xwe ji dest bidin. Ev xeterî hîna gefê li jiyana şêniyan dixwe."

Remedan El-Rehal wiha da zanîn: "Ew herêm di aliyê rêveberiyê de girêdayî parêzgeha Reqayê ne, ku di nava herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye. Divê ew herêm tev li Reqayê bên kirin û ne di bin serweriya hikumeta Sûriyê û wan mîlîsan de bin. Ji ber mîlîsan, îro malbat tên paçekirin û sînor di navbera wan de tên danîn."

Êlê eşîra El-Elî wiha dewam kir: "Bangewazî ji welatiyên Sûriyê tên, ji mafê wan e ku forma rêveberiya ku dixwazin herêmên wan pê were birêvebirin, hilbijêrin û ajandeyên mezhebî li wan neyên fezkirin, binpêkirin û kuştina sivîlan pêk neyên."

Her wiha li ser daxwaza şêniyên gundewarên Reqayê bang li Hêzên Sûriya Demokratîk kir ku wan herêman tev li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, da ku ewlehî li wir jî pêk bê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku herêmên gundewarên başûrê Reqayê ku di bin serweriya hikumeta Sûriyê de ne, ji gundê Şenan dest pê dike û di gelek gund û bajarokan re û di bajarê Medan heta bi gundewarên rojavayê Dêrazorê berdewam dike. Li wan herêman gelek bûyerên kuştinê pêk hatin ku tê de gelek şêniyên gundewarên Reqayê bûn qurbanî."

(cx)

ANHA