'Rêbertî rêya jinan ronî kir'

Jinên pêkhateyên kantona Qamişlo got: ”Tecrîda li dijî rêbertî, di kesayetî wî de vîna tevahî gelên herêmê dike hedef."

'Rêbertî rêya jinan ronî kir'
4 îlon, 2020   06:28
QAMIŞLO- SILAVA EBDULRIHMAN

Desthilardariya Tirk tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye.

Di vê derbarê de, jinên kantona Qamişloyê ji Suryan, Ereb, Kurd û Êzidî  nêrînên xwe ji ANHA'yê re pareve kirin û banga azadiya Ocalan kir.

Şaha Seîd ji xelkê navçeya Amûdê ye, diyar kir ku armanca tecrîdê, ew e ku perspektîvên rêber Ocalan negihînin gel û agahiyên rewşa wî negihînin derdorê. Şaha  Seîd got, gel dê berxwdana xwe dewam bike ta daxwazên xwe  yên azadiya rêbertî û rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk bi cih bînin.

'TECRÎD LI DIJÎ RÊGEZÊN NAVDEWLETÎ NE'

Şaha Seîd destnîşan kir ku komploya navnetewî ya di 1999’an de pêk hatî, ne tenê kesayeta rêbertî dike armanc, di heman demê de vîna gelê kurd, nemaze vîna jina azad hedef dike û got: "Tecrîda girankirî li dijî rêgezên navdewletî ne. Ji ber ku  rêbertî kesayetekî siyasî û şoreşgerî temsîl dike û ji bo mafên gelê bindest têkoşîn dike. "

'JINÊN SURYANÎ FIKR Û FELSEFEYA RÊBER OCALAN GIRTIN'

Nûra Hena ya ji pêkhateya Suryan got: ”Em jinên Bakur û Rojhilata Sûriyê, me fikr û çanda rêber Ocalan nas kiriye. Bi fikr û felsefeya xwe girîngî da jinê, ji ber ku jin di rûpelên dîrokê de windayî bûn. Ev yek jî kêfa desthilatdariya Tirk nehat. Zihniyeta dêktetorî ne li gorî fikrê rêber Ocalan e, lew re ew girtin û xistin girtîgeha yek kesî.”

Nûra Hena diyar kir ku rêbertî ne tenê hêz daye jina Kurd, heman demê daye tevahî jinên cîhanê ji Ereb, Suryan, Ermen, tevahî jinên Rojhilata Navîn hwd. Rêber hêz di jinê de çandiye ku çawa karibe mafên xwe yê bindest bi dest bixe.

Nûra destnîşan kir "Rêber Ocalan ne tenê ji bo azadiya jina Kurd şer kir, her wiha ji bo azadiya hemû jinên cîhanê jin zilm û koletiyê tê dikoşe.

'JINÊN ÊZIDÎ VÎNA XWE JI FIKR û FELSEFEYA RÊBERTÎ DIGIRIN'

Hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê, Leyla Îbrahîm, diyar kir ku li dijî civaka Êzidî 74 fermanan  pêk hatin, ya herî dawî di 2014’an de bû, ku bi hezaran ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin kuştin û bi sedan jin hatin revandin.

Leyla destnîşan kir ku civaka Êzidî ji ber ku xwe birêxistin nekiribûn ev ferman bi ser wan de hat û wiha domand:" Piştî êzidiyan fikir û felsefeya Ocalan  nas kirin, li gorî wê xwe birêxistin kirin, Yekîneyên Jinên Şengalê ava kirin û pirsgirêkên civakê çareser kirin."

Leyla di dawiya axaftina xwe de got: "Em wekî hemî civakan, rêber Abdullah Ocalan tenê rêberê gelê Kurd nahesibînin, em wî wekî rêberê hemî gelên cîhanê dibînin. Em ê têkoînê dewam bikin ta tecîrêda li ser Rêber Ocalan bi dawî bibe."

'DI RAMANÊ OCALAN DE ME XELASÎ DÎT'

Endama Rêveber a Kongreya Star a bajarokê Tanûriyê,  Xedîce Elî ya ji pêkhateya Ereb got: “Jin ji hêla pîvan, adet û kevneşopiyên ku li ser wan hatine ferzkirin, hatine bindestkirin, nemaze jinên Ereb, lê piştî ku fikrê neteweya demokratîk belav bû, jinên Erab tê de xilasbûna ji zilm û koletiyê dîtine.”

Xedîce Elî bal kişand ku bi derketina şoreşa Rojava re, jinan mafên xwe vegerandin, bi xwe perwerdekirinê,  wêrekiya wê çêbû ku di her qadên jiyanê de çandî, civakî, aborî û siyasî cihê xwe girtin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Kc_xyZeZmuA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>