ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 2.9.2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 2.9.2020`AN
2 îlon, 2020   23:00

-Şopandina bûyerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd ji bo piştgiriya Berxwedana Heftenînê saet 19:00`an meşekê orgenîze dike. Girêdayî heman mijarê şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Amûde yên kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û piştgiriya Berxwedana Heftenînê saet 10:00`an dimeşin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Êlên eşîrên herêma rojhilat diyar kirin ku armanca Tirkiyê û hikumeta Sûriyê ji bûyerên hedefgirtinê, tunekirina destkeftiyên gelên herêmê, têkbirina yekitiya wan û derxistina fitneyeke tayifî ye û gotin: "Divê hikumeta Sûriyê bi agir nelîze." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên gundê Um El-Kêf ê gundewarê navçeya Til Temirê azarên xwe ji ber tunebûna avê û ji ber ku sahrîcên avê ji tirsa hedefgirtina çeteyan nikarin derbasî gund bibin rave kirin û gotin dagirkeran herêm wêran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîran destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikuemta Sûriyê bi rêya sîxûran hewl didin fîtneyê di navbera civakê de derxin û divê civak li hemberî her duyan li ber xwe bidin, mîna ku çawa bi yekitiya xwe li hemberî çeteyan li ber xwe dan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

Sekreterê Partiya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demorkat şaxê Reqayê Mihemed Remadan El-Ebûd sedemên binkeftina civînên komîteya destûrê û Cinevê vegerandin dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokratîk ji wan civînan. Her wiha piştrast kir ku ev yek ji bo xatirê dewleta Tirk a dagirker pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Tirkiyê ji aliyekî ve û Fransa û Yewnanistanê ji aliyekî din ve hêza xwe li herêma rojhilatê deryaya Spî zêde kir. Lê belê Erdogan ji gefên xwe yên berê paşde vekişiya û daxuyand ku ew ji diyaloga bi Yewnanistanê re amade ye. Şîrovekar dibînin ku Erdogan nikare bikeve şerekî leşkerî û tenê siyaseta xwe ya şantajê dimeşîne da ku beşdarî maseya dan û standinan bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

Ciwan û malbatên şehîdan ên Rojavayê Kurdistanê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got "Bêdengî tê wateya razîbûnê û wê ev razîbûn rêya Kurdan bide xerabkirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Komîna Sînema ya Avrîn xebatên xwe ji bo temamkirina amadekariyên pêşendana Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî li kampa koçberan li kantona Şehbayê didiomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku siyaseta şerê taybet a ku dewleta Tirk li dijî ciwanan pêk tîne, berdewama pêkanîna timayên xwe ye. Her wiha bang li ciwanan kir ku bêtir hişyar bin, rêxistinkirina xwe xurt bikin û bi îdiayên dagirkeran neyên xapandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Pîşeya dirûtina tora girtina masiyan gelek zehmet e. Pêwîstiya wê bi sebirê heye. Ruxmîn vê zehmetiyê lê şêniyên Reqayê vê pîşeyê diparêzin ji ber ku pîşeya kalûbavan e û tevî ku gelek amûrên pêşketî derketine lê dîsa jî tê bikaranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA