Ciwan û malbatên şehîdan: Bêdengiya hikumeta Başûr li hemberî êrişan razîbûn e

Ciwan û malbatên şehîdan ên Rojavayê Kurdistanê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û got "Bêdengî tê wateya razîbûnê û wê ev razîbûn rêya Kurdan bide xerabkirin."

Ciwan û malbatên şehîdan: Bêdengiya hikumeta Başûr li hemberî êrişan razîbûn e
3 îlon, 2020   00:21
QAMIŞLO-SÎMA BIROK

Her ku diçe êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dijwartir dibin, ruxmî ku hikumeta Iraqê êriş şermezar kir û bang li sekinandina êrişan kir, lê hê jî hikumeta Başûrê Kurdistanê bê deng e.

Têkildarî mijarê ciwan û malbatên şehîdan ên rojavayê Kurdistanê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikin.

Mîlad Delî endamê rêveberiya Komîteya Ciwanan a Meclisa Qamişloyê da zanîn ku dema behsa Tirkan tê kirin Împaratoriya Osmanî tê bîra wan û got: "Erdogan dixwaze vê împaratoriyê di demên pêş de berfirehtir bike, mînak a niha Mexmûr û Heftanînê hedef digire. Ev her du herêm wek sînorekî li pêşiya wî ne, ger van sînoran derbas bike dê êrişên xwe bigihîne Hewlêr û Dihokê jî, çi herêmeke kurdî hebe wê dagir bike.”

Delî da xuyakirin ku bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê dibe sedema komkujiyan li ser gelê Kurd û got: "Erê aboriya Başûr girêdayî deriyê sînorê Tirkiyê ye, lê ew nayê wateya ku bê deng bimîne.”

Delî da zanîn ku ger bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê dewam bike wê baweriya kurdiyetê nema pê were û got: "Pirsgirêk ne tenê ya Heftanîn ye, pirsgirêk ya Dihok û herêma Kurdistanê bi giştî ye.”

Delî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema şehîd tên dayîn û xwîna ciwanên Kurd tê rijandin ev ne siyaset e, ev bêdengî ye û bêdengî jî razîbûn e, razîbûn wê rêya Kurdan bide xirabkirin.”

Her wiha Delî diyar kir ku hikumeteke Ereb wekî Iraqê nerazîbûna xwe li hemberî van êrişan bi daxuyaniyekê ragihand û got: "Hikumeta Kurdistanê hikumeteke kurdî ye lê heya niha tu deng jê derneketiye, dinya hemû ne aborî û dîplomasî ye, divê yek li xwediyê xwe û miletê xwe jî vegere.”

Delî di dawiya axaftina xwe de dagirkirina dewleta Tirk li ser herêmên Kurdan şermezar kir û da zanîn ku ew wek ciwanên Kurd çi ji wan were xwestin, li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê, amade ne.

‘HETA KENGÎ DÊ BÊDENGÎ HEBE?’

Her wiha Mihye Eladîn Hesen endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişloyê jî êrişên li ser başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got: "Îro hikumeta Başûrê xwe ker û lal kiriye, bi top û balafiran êriş li ser gelê me tên kirin. Hetanî kengî dê bêdengî hebe?”

Hesen diyar kir ku dema hikumeta Başûrê Kurdistanê rexne dikin ji ber ku ya gelê wan e û ji xwîna wan e, rexne dikin û got: "Di vê qonaxa heyî de hebûn û tunebûna Kurdan tê diyarkirin, dijmin seferberî ragihandiye, dibêje ez ê Kurdan tune bikim, çima Kurd xwe naxin tevgerê, çima dengê xwe bilind nakin? Ma qey nabînin ku bi top û balafiran êrişan tînin ser gelê me.”

Hesen wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bi çavekî biratî li hikumeta Başûrê Kurdistanê dinêrin, çima helwesta xwe diyar nake, çima ji gelê xwe re nade xuyankirin? Gel gazinan dike, bi taybet malbatên şehîdan vê bêdengiyê rexne dikin.”

Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk zelal bike û got: "Sedema ker û laliyî li vir tê çi wateyê? Bidin xuyankirin hûn piştgiriya dijmin dikin an piştgiriya gelê xwe? Dema îro roj em helwesta xwe diyar nekin û yekitiya xwe çênekin dê tiştek ji me re nemîne.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TZTuRSekJsc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>