​​​​​​​Hêzên hikumeta Sûriyê ragihand ku êrişek li ser balafirgeha T4 şikandin

Hêzên hikumeta Sûriyê ragihand ku beriya çend kêliyan, pergala wê ya parastinê êrişên Îsraîlê li dijî rojhilatê gundewarên Himsê şikandin. Li aliyekî din SOHR piştast kir ku êriş li dijî balafirgeha T4 a leşkerî pêk hatiye. 

​​​​​​​Hêzên hikumeta Sûriyê ragihand ku êrişek li ser balafirgeha T4 şikandin
2 îlon, 2020   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya ku agahiyên dispêre çavkaniyekî leşkerî yê hêzên hikumetê got: “Îro saet di 22:23`an de balafirên Îsraîlê ya dijmin bi moşekan êrişî Tinefê û balafirgeha T4 kir armanc. Lê pergala me ya parastina asmanî piraniya wan moşekan xistin xwarê û tenê zirarên madî çêbûn.”

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) got bombebaranek li dijî balafirgeha leşkerî ya T4 li rojhilatê gundewarê Himsê pêk hatiye, îhtîmal heye ku ev bombebaran ji aliyê Îsraîlê ve be. Li gel wî jî dengê teqînan ji ber hewldana pergala parastinê ya hêzên hikumeta Sûriyê ku wan êrişan bişkîne, hatin bihîsin.

(şx)