Ciwanên herêma Firatê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê ji bo piştgiriya berxwedana şervanên HPG`ê ya li Heftenînê, meşek bi meşale organîze kir.

Ciwanên herêma Firatê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê meşiyan
Ciwanên herêma Firatê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê meşiyan
Ciwanên herêma Firatê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê meşiyan
2 îlon, 2020   18:45
KOBANÊ

Bi sedan ciwanên şoreşger ên herêma Firatê li ber Navenda Ciwanan a bajarê Kobanê kom bûn û tev li meşê bû.

Meş ji qada Azadî ya bajarê Kobanê destpê kir û di nav kolana Stasyon, qada Jina Azad re derbas bû û li ber parka 19`ê Tîrmehê rawestî.

Ciwanan sloganên şermezarkirina êrişkera Tirk û banga mezinkirina têkoşîna li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd berz kirin.

Meş li ber Parka 19`ê Tîrmehê veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Ciwanên Şoreşger Ehmed Derwîş axivî û bang li ciwanan li gelemperiya Kurdistanê kir ku têkoşîna li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bidomînin û mezin bikin.

Di dawiya meşê de, sînevizyonek girêdayî berxwedan û têkoşîna şervanên HPG`ê li çiyayên Kurdistanê û fedekariyên ku ji bo parastina gelê Kurd pêşkêş dikin hate pêşendan.

(şx)

ANHA