NY: Qaçaxçiya çek û çeteyan ji bo Lîbyayê dewam dike

Şandeya NY`yî ya taybet bi Lîbyayê Stephanie Williams çarşemê got: "Çalakiyên qaçaxçiya çek û çeteyan ji bo Lîbyayê heta niha berdewam dike. Em bang li aliyên şerê Lîbyayê dikin ku rageşiyê rawestînin."

NY: Qaçaxçiya çek û çeteyan ji bo Lîbyayê dewam dike
2 îlon, 2020   19:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Stephanie Williams di rûniştina Meclisa Ewlekariyê ya Navneteweyî ya têkildarî rewşa Lîbyayê de, daxuyand ku wê piştgirî ji Brîtanya, Misir, Cezayir û Tunisê girtiye.

Stephanie got: "Hemiyan piştgiriya çalakiya aşîtiyê ya Lîbyayê kir. Min sozên destekdayîna erka me ya komkirina aliyên dijber ên Lîbyayê û pêkanîna aşîtiyê, ji wan girt."

Berpirsa NY`yî da zanîn ku ta niha neîstiqrar li Lîbyayê heye û qaçaxçiya çek û çeteyan dewam dike û wiha got: "Divê em aliyên Lîbyayê bînin gel hev û dest bi çalakiya siyasî bikin."

Di heman demê de, Stephanie Williams destnîşan kir ku: "Hinek dixwazin ku hilbijartin pêk neyên. Divê em demokrasiyê biparêzin. Ez kedên rayedarên Lîbyayê pîroz dikim."

(cx)