Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê ji 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasimek li dar xist.

Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
Li Hesekê merasîma 4 şehîdan hate lidarxistin
2 îlon, 2020   18:38
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Hesekê ji 4 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Parastina Gel (HPG) yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasimek li dar xist. Navên her çar şervanan wiha ne; Nesrîn Xelîl (Şîlan Şoreş Şahoz) şervana HPG`ê, Ebdulqadir El-Egle (Basil Hesekê), Ehmed Hemûd (Hecî Serêkaniyê) û Abdullah Hisên (Dilgeş Kobanê) şervanên QSD`ê.

Di merasîma ku li Goristana Şehîdan a li gundê Dawûdiye li dar ket de, bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzigrtin û lidarixstina torenek leşkerî ji hêla şervanên QSD û YPG`ê ve, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî û rizgarkirina herêmê ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê da.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo axivî û got: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Heftenînê berdewam in, lê bi saya şehîdan û berxwedanê dê serkeftin para me be.”

Di dawiyê de Selmo berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê piştrast kir.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de şêniyan sloganên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(şx)

ANHA