Kongreya Star a Lubnanê banga azadiya `Rehberê aştiyê Abdullah Ocalan` kir

Endamên Kongrera Star a Lubnanê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rawestandina şer kir.

Kongreya Star a Lubnanê banga azadiya `Rehberê aştiyê Abdullah Ocalan` kir
2 îlon, 2020   16:39
BEYRÛT

Endamên Kongrera Star a Lubnanê, li Beyrûdê  bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî daxuyaniyek da raya giştî. Endama Kongreya Star Lava Bekir daxuyanî xwend. Gelek endamên kongreyê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Kongreyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku cîhan her sal di 1`ê Îlonê de Roja Aştiyê ya Cîhanî pîroz dike û bi vê boneyê bang li tevahiya rêxistinên hiqûqî, mirovî û civaka sivîl û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku rewşa rêber Abdullah Ocalan di ber çavan re derbas bikin û ji bo çareserkirina doza Kurd bilivin.

Her wiha kongreyê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser ku ji dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ve tecîrdek girankirî lê tê ferzkirin û rewşa wî ya tenduristî neyê zanîn, ev yek jî tenê ji ber ku banga mafên gelê xwe yên rewa dike li dijî wî pêk tê.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate bibîrxistin: “Divê em vê rojê bi bîr bînin nesaxim ku welatê me ji gelek salan ve azar û zehmetiyan ji ber şerekî xwîndar dikişîne ku di encamê de bi milyonan sivîl bûn qurban. Divê em bi hev re vê trajediya ku gelê me li herêmên dagirkirî, jiyaye û hîna li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dijî bi dawî bikin. Ji sûcên ku li wan herêman tê kirin, jin a herî zêde berdêlê dide. Rojane bê cudahî rastî binpêkirinan tê. Dewleta Tirk li dijî jinên Kurd hovantirîn sûcan pêk tîne û komkujiyan li dijî gelê Kurd li tevahiya beşên Kurdistanê pêk tîne. Tenê ji van komkujiyan dixwaze vîna gelê Kurd û jina berxwedêr bi rêya hedefgirtina jinên Şengalê, Fatme, dayîka Aqîde, Hevrîn Xelef, Amara û gelek têkoşerên din, bişkîne. Em  di vê rojê de bang li NY û tevahiya rêxistinên hiqûqî û mirovî û civaka sivîl dikin ku rêber Abdullah Ocalan azad bikin û tevahiya girtiyan serbest berdin.”

Kongreyê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahiya gelan kir ku şer rawestînin û dest bi diyalogek cidî ji bo avakirina welatekî ku aştî û jiyana hevpar tê de bingeh e, bikin. Heke gelê Kurd û pêkhateyên din mafên xwe yên rewa bi dest nexistin, ne pêkane ku aştî pêk were ji ber wê kongreyê bang li tevahiya pêkhateyan kir ku ji çanda tolhildan û tundiyê veguhêzin çanda hezkirin, aştî û jiyana hevpar.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hvlYBptZzGw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>