Macron: Ji bo parastina serweriya Iraqê em ê piştgiriya Iraqê bikin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya. Piştî civînê Macron diyar kir ku Fransa giringiyê didin parastina serweriya Iraqê û divê serweriya Iraqê were parastin. Mistefa Kazimî jî da zanîn ku serweriya xaka Iraqê ji bo wan xeta sor e.

Macron: Ji bo parastina serweriya Iraqê em ê piştgiriya Iraqê bikin
2 îlon, 2020   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Bexdayê bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya.  Piştî civînê Kazimî û Macron li ser navaroka civînê ji çapemeniyê re axivîn.

Destpêkê Mistefa Kazimî axivî, keyfxweşiya xwe ya ji bo serdana Macron anî ziman û got, Fransa ji bo Iraqê hevbeşeke giring e û ev serdan  hevbeşiya Iraq-Fransa destpêkeke rasteqîn e.

Her wiha Kazimî destnîşankir ku Fransa di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de alîkariyek baş bi Iraqê re kiriye û ji bona wê ew ê giringiyê bidin berfirehkirinna karên hevbeş ên bi Fransayê re. Kazimî ji ber giringîdayîna Macron ya bi parastina serweriya Iraqê spasiya Macron kir û got: “Serweriya Iraqê xeta sor e.”

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî diyar kir ku di civîna bi Kazimî re ew li ser parastina serweriya Iraqê û peywendiyên her du aliyan axivîne. Her wiha ew ji bo ji nû ve avakirina Musil û xûrtkirina peywendiyan seredana Iraqê kiriye.

Di dewama axaftina xwe de Macron da zanîn ku ew li ser parastina serweriya xaka Iraqê bi israrin û stratejiya parastina serweriya Iraqê ji bo Fransayê girin e. Macron got: “Em naxwazin destwerdanên ji derve hebin. Divê welatên din rêzê ji serweriya Iraqê re bigire. Ji bo parastina serweriya Iraqê em ê piştgiriya Iraqê bikin.”