Rêya Amûdê-Hesekê tê sererastkirin

Desteya Rêveber a Şaredarî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê dest bi sererastkirina rêya di navbera navçeya Amûdê û bajarê Hesekê de kir. Dirêjahiya rê 70 kîlo metre ye, cihê ku were sererastkirin tenê 34 kîlo metre ye.

Rêya Amûdê-Hesekê tê sererastkirin
2 îlon, 2020   09:29
QAMIŞLO

Piştî gazinên welatiyan ên têkildarî rêya Amûdê-Hesekê, Desteya Rêveber a Şaredarî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê dest bi sererastkirina rêyê kir. Wê ji çerxerêya rojavayê Amûdê ji ber çaterêya Hitîn sererast bike, dirêjahiya cihê sererastkirinê 34 kîlometre û bi firehiya 7 metre ye.

Têkildarî sererastkirina rêyê Nêvîn Seîd endazyar û endama nivîsgeha pîşeyî ya Desteya Rêveber a Şaredarî û Jîngehê ji ANHA’yê re axivî. Nêvîn Seîd qonaxên sererastkirinê şîrove kirin û got: "Di qonaxa yekemîn de me dest bi rakirina zifta kevn kir, piştî wê em ê rê paqij bikin û xîz li ser rê belav bikin, paşê em ê dest bi ziftkirina rê bikin.”

Nêvîn Seîd sedema derengmayîna projeyê eşkere kir û got: "Gerek me beriya niha dest pê kiriba lê sedema sereke ji derengmayînê ew e ku me dixwest cureya baş ji madeya bîtomîn were dayîn da ku bi salan rê xirab nebe."

Navîn Seîd diyar kir ku ji ber dirêjahiya rê wan 90 roj ji projeyê re diyar kirine. 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BDMc365oubk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>