'Erdogan plana bûyereke leşkerî ya bi Yewnanistanê re kir, generalên artêşê red kir'

Rojnameyeke almanî kifş kir ku serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan daxwaze bûyereke leşkerî bi Yewnanistanê re pêk bîne da ku bikeve xizmeta siyaseta hundirîn a Tirkiyê lê generalên artêşa Tirk ev yek red kir.

'Erdogan plana bûyereke leşkerî ya bi Yewnanistanê re kir, generalên artêşê red kir'
2 îlon, 2020   09:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Die Welt a almanî di raporeke bi navê "Şerê Erdogan hesabkirî ye" de diyar kir ku serokkomarê Tirk ji fermandariya artêşê xwestiye ku keştiyeke Yewnanistanê li Deryaya Spî noqî avê bike.

Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, ragihand ku Erdogan ji wan kesan re gotiye hûn ê di wê êrişê de tu kesî nekujin.

Dema generalên artêşê ev pêşniyar red kir, yekî ji wan pêşniyar kir ku balafireke Yewnanistanê birûxînin, lê bi rêbazeke ku pîlotê wê neyê kuştin û rêya xelasiyê bibîne.

Rojnameyê bi bîr xist ku serokkomarê Tirkiyê rageşiyeke hesabkirî ku negihêje asta şer dixwaze, lê belê ji bo gezenckirina gel  û da ku li ser hikum bimîne, dixwaze şerekî li derve derxe. Rojnameyê destnîşan kir ku ji bo Erdogan ev yek ji vekolîna gaz û petrolê li rojhilatê Deryaya Spî girîngtir e.

(eh)