Rêveberiya Sêmalkayê: Ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê, roja yekşemê ya herî dawî ye

Rêveberiya deriyê Sêmalka ragihand ku kesên ku nasnameya Iraqê pê re hene, heta 6'ê Îlonê dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Rêveberiya Sêmalkayê: Ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê, roja yekşemê ya herî dawî ye
2 îlon, 2020   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya deriyê Sêmalka ya sînor  îro li ser rûpela xwe ya fermî ya malpera  Facebookê giştînameyek parve kir û tê de diyar kir ku kesên ku nasnameyên iraqî pê re hene, dikarin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Rêveberiyê di giştînameyê de wiha diyar kir: "Bi hevkariya bi rêveberiya deriyê Fîş Xabûr a Başûrê Kurdistanê re, roja yekşemê 06.09.2020’an ji bo derbasbûna ji Başûrê Kurdistanê, wek roja herî dawî hatiye diyarkirin."

Her wiha rêveberiyê bal kişand ser ku divê kesên dixwazin derbas bibin roja yekşemê (06.09.2020) berê xwe bidin dergehê, ji ber ew roj a dawiyê ye.

ANHA