‘Pêngava ‘Em ê teqez  bi ser bikevin’ ji bo piştgiriya berxwedana Heftanînê ye’

Endama rêveber a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Hesekê Besma Mihemed diyar kir ku pêngava “Em ê teqez bi ser bikevin” ji bo piştgiriya şervanên HPG’ê li Heftanînê ye.

‘Pêngava ‘Em ê teqez  bi ser bikevin’ ji bo piştgiriya berxwedana Heftanînê ye’
2 îlon, 2020   07:49
HESEKÊ – BESIL REŞÎD – HENAR ÎBRAHÎM

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, li dijî sîstemên ku hewl didin vîna gelan bişkînin, li dijî tundiya li ser jinan û şerê taybet, her wiha ji bo piştgiriya berxwedana Heftanînê, di 15’ê Tebaxê de pêngava “Em ê teqez bi ser bikevin” da destpêkirin.

Gerîlayên HPG, YJA-Star, li herêmên Heftenîn, Xakurk û Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedanek bêhempa li dijî êrişên dewleat Tirk a dagirker raber dikin û derbên giran li wan didin.

Ji ber piştgiriya berxwedana gerîla ya li Heftanînê, endama rêveber a Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona  Hesekê, Besma Mihemed ji ANHA re destnîşan kir ku ew di Yekitiya Jinên Ciwan de dest bi pêngava “Em ê teqez bi ser bikevin” kirine.     

Besma diyar kir ku pêngava "Em ê teqez bi ser bikevin", ji bo sê rêgezên bingehîn in; şermezarkirina tecrîda li djiî rêber Abdullah Ocalan, êriş û planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên li dijî jinan.

'ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER VÎNA JINAN DIKIN HEDEF'

Besma got dewleta desthilatdar hewl dide bi hemû rêbazan hêz û vîna jin û ciwanan lewaz û sist bike da ku bikare bi vî rengî civakê serobin bike, hemû êrişên Tirkiyê kesayeta jinan hedef dikin ji ber ku roleke wê ya xurt di civakê de heye. 

Li dawiyê, Besma bang li hemû ciwanên li her herêmên Rojava kir ku li dijî dagirkeriyê derkevin û çalakiyan bidomînin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IQTM6Es8_QA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>