Rojnameyên erebî: Îsraîl Îranê li Sûriyê têk dibe û Macron 3 meh dem da rayedarên Lubnanê

Rojnameyên erebî yên îro der barê êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li Sûriyê, her wiha aloziya Lubnanê û xwepêşandanên li Lîbyayê de nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Îsraîl Îranê li Sûriyê têk dibe û Macron 3 meh dem da rayedarên Lubnanê
2 îlon, 2020   07:27
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ ÎRANÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ TÊK DIBIN

Rojnameyê nivîsî: " Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ya Sûriyê di encama êrişa asmanî ya Îsraîlê ya ku şeva duşemê li Sûriyê pêk hat de 11 kes hatin kuştin, piraniya wan çekdarên nêzî Îranê ne.”

Gerînendeyê SOHR’ê Ramî Ebdilrehman got: "Yên kuştî, 3 ji wan leşkerên rejîmê ne, 7 jî çekdarên nêzî Îranê ne ku ne ji welatiyên Sûriyê ne, her wiha jineke sivîl jî.”

Rojnameyê wiha nivîsî: "Îran hewl dide cihê lingê xwe li başûrê Sûriyê tekûz bike, lê di vê mijarê de gelek astengiyan dibîne, ji ber êrişên asmanî yên Îsraîlê.”

Ev cara duyem e di nava meha Tebaxê de ku êrişên asmanî pêk tên, Şamê destpêka mehê ragihandibû ku hêzên parastina asmanî bersiva êrişên asmanî yên Îsraîlê daye, li başûrê Sûriyê.

Kêm caran Îsraîl piştrast dike ku wê li Sûriyê êrişên asmanî pêk anîne, lê ew her dibêje ku her hewldanên Îranê yên piştgiriya Sûriyê û şandina çekan bo Hizbullahê, têk dibe.

Di hefteyên derbasbûyî de, li Lubnanê di navbera Hizbullah û Îsraîlê de arîşe çêbûbû, sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah gefa tolhildana kuştina endamekî wî li Sûriyê xwaribû, wî di axaftineke xwe gotibû “Pêwîst e Îsraîl bizane, eger tu mucahîdekî me bikuje em ê jî leşkerekî te bikujin.”

Nesrellah her wiha behsa arîşeya ku li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê jî kir: "Ev hemû li ser nivîsî ye, roja dana hesabê wê, dê were.”

ŞERQ EL-EWSAT: MACRON 3 MEH DEM DA LUBNANIYAN

De barê rewşa Lubnanê de rojnameyê wiha nivîsî: "Serokê Fransayê Emmanuel Macron, di dema serdana xwe ya dawî li Lubnanê de, hin name gihandin berpirsan, wî diyar kir ku ew ê fişarê li wan bike, dibe ku cezayên aborî jî bibire û pereyên wan desteser bike, eger xemsarî kirin û di nava 3 mehan de reformên pêwîst çênekirin. Her wiha got eger veguherîneke rast pêk neyê, ew ê reftarên xwe li hember wan biguherînin û li dijî wan hin kiryaran bike, dibe ku alîkariya diravî rawestîne, her wiha cezayên pereyan li ser çîna siyasî ya Lubnanê bibire, Macron soz da ku meha Çileyê dîsa vegere Beyrûtê û pêkanîna reforman bişopîne.”

EL-BEYAN: LI PAYTEXTA LÎBYAYÊ BERXWEDANA GEL GEŞ DIBE

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: "Li paytexta Lîbyayê, di navbera milîsan de alozî heye, duh li taxa Cenzûr teqîneke terorîstî pêk hat, ku kesekî li ser motorsîklêtê li dijî hêzên ewlehiyê pêk anî. Hin çavkaniyan got seferberî û tevgereke nenormal heye li baregeha Sîdîbilal ku bi sedan çeteyên Tirkiyê li wir in. Çavkaniyan got dibe di nava çeteyan de protesto çêbûbe."