Macron îro berê xwe dide Iraqê

Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro diçe Iraqê, da ku însiyatîfa piştevaniya ‘Rêveçûna serweriyê’ bi hevkariya NY’yê bide destpêkirin.

Macron îro berê xwe dide Iraqê
2 îlon, 2020   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên hikumeta Iraqê ji AFP’ê re eşkere kir ku dê Macron îro bigihêje Iraqê.

Li gorî çavkaniyên hikumeta Iraqê, Macron di serdana ku dê çend saetan bidome de, serokwezîrê Mistefa Kazimî, serokkomar Berhem Salih û hin berpirsên siyasî bibîne.

Li gorî çavkaniyan, dê di serdanê de balê bikişînin ser serweriya Iraqê.

Serokê Fransayê Emmunael Macron şeva berê li Beyrûtê piştrast kiribû ku dê çarşemê serdana Iraqê bike û dê bi hevkariya bi NY’yê re însiyatîfa piştevaniya ‘Rêveçûna serweriyê’ li wî welatî dest pê bike.

(fr)