​​​​​​​‘Bi yekitiyê faşîzm bi bin dikeve’

Hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê ya Hesekê diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker tunekirina gelê Kurd û şikandina vîna wî ye û got “Bi yekitiyê faşîzm têk diçe."

​​​​​​​‘Bi yekitiyê faşîzm bi bin dikeve’
2 îlon, 2020   06:47
 HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker du meh e bi gelek rêbazan hewl dide herêma Heftanînê û herêmên din ên çiyayên Kurdistanê dagir bike. Bi rêya êrişên xwe armanc dike wan herêman ji Başûrê Kurdistanê qut bike û erdnîgariya dagirkirina xwe li Iraq û herêma Kurdistanê berfireh bike.

Heta niha civaka navdewletî û hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û binpêkirina serdestiya herêma Kurdistanê bê deng in û tu daxuyanî ji bo şermezarkirina êrişa Tirk neda. Her wiha ji dewleta Tirk jî nexwest ku ji axa herêmê derkeve. Tenê hikumeta Iraqê bi rêya daxuyaniyên şermok êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawûd got: “Dema em vegerin dîrokê wê bala me bikişîne ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan û bi rêya gelek komployan hewl dide dewleta Osmanî ji nû ve li Rojhilata Navîn bi giştî li Kurdistanê bi taybet vejîne.“

Dawûd destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê tunekirina Hêzên Parastina Gel (HPG) û Tevgera Rizgariya Niştîmanî ya Kurdistanê armanc dike, lê belê armanca wê ya bingehîn tunekirina gelê Kurd, şikandina vîna wî û qirkirina wî ye.

Dawûd wiha domand: “Dewleta Tirk armanc dike herêmên Başûrê Kurdistanê dagir bike da ku qada dagirkirina xwe fireh bike. Baregehên leşkerî yên nû li Heftenînê ava bike û gelên herêmê qir bike. Her wiha hewl dide Kurd bê çare bihêle mîna ku li lihevkirina Lozan û Sefer di 1920`an de çêbûye.”

Dawûd di nav gotinên xwe de diyar kir ku ew piştgiriya berxwedana Heftenînê dikin ji ber ku têkoşerên Heftenînê nûnertiya vîna gelên bindest dikin û got: “Êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî Heftenînê ne, heman demê li dijî vîna kurdan li tevahiya Kurdistanê ye. Lewre girîng e di vê pêvajoyê de destkeftiyên şoreşê werin parastin.”

Her wiha Dawûd da zanîn ku partiyên Kurd heta niha lihev nekirine da ku rê li pêşiya dewleta Tirk û siyasetên wê bigirin û wiha domand: “Yekitiya Kurd û Kurdistanê di vê dema dijwar de gelek girîng e, ji ber ku tenê bi yekitiyê faşîzm tune dibe.“

Hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê ya Hesekê Ferhan Dawûd di dawiyê de bang li gelan kir ku ji planên dewleta Tirk hişyar bin û got: “Dewleta Tirk bi kirinên xwe êdî li ser tevahiya civak, dewletên Rojhilata Navîn û cîhanê xeter e. Ji wê zêdetir ji aştiya cîhanê re gef e.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8Jb9065-LKM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>