Firneya Siwer tê restorekirin

Şaredariya Gel a bajarokê Siwer dest bi restorekirina firneya alî kir, ku tekane firne li bajarokê ye.

Firneya Siwer tê restorekirin
Firneya Siwer tê restorekirin
Firneya Siwer tê restorekirin
1 îlon, 2020   15:11
DÊRAZOR

Şaredariya Gel a bajarokê Siwer ê bakurê Dêrazorê  bi koordîneya  Komîteya Xizmetan dest bi restorekirinê firneya nan a alî kir ku tekane firne li bajarokê ye. Pirsgirkên ku di alavên firneyê de derdikevin dibin sedema nebaşbûna nan.

Li gor xebatkarên şaredariyê restorekirina firneyê dê di nava mehekê de bi dawî bibe.

Derbarê mijarê de, Serokê Daîreya Zimhêrê ya Şaredariya Gel a Siwerê Mehmûd El-Kerîm got: "Sedema nebaşbûna kalîteya nan, alavên kevin ên firneyê ne. Ev alav bi yên nû hatin guhertin. Firne dê 12 saetan bixebite û rojane 4 ton nan derxîne da ku nan têra hemûyan bike."

ANHA