Şaredariya Siwer projeya ji bo şewitandina bermahiyên tibî da destpêkirin

Şaredariya Gel a herêma Siwer a Dêrazorê bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê projeyek ji bo şewitandina bermahiyên tibî da destpêkirin.

Şaredariya Siwer projeya ji bo şewitandina bermahiyên tibî da destpêkirin
Şaredariya Siwer projeya ji bo şewitandina bermahiyên tibî da destpêkirin
Şaredariya Siwer projeya ji bo şewitandina bermahiyên tibî da destpêkirin
1 îlon, 2020   14:48
DÊRAZOR

Ji bo parastina welatî, jîngeh û derdorê ji berhemeyên tibî yên ku saziyên tenduristiyê derdikevin, Şaredariya Gel a herêma Siwer bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê projeyek da destpêkirin.

Derbarê sedem û armancên projeyê de, hevserok Şaredariya Siwer Mahir Elawî got: "Ji ber avêtina bermahiyên tibî li cihên vekirî û xeteriya wê û bi armanca parastina şênî û hawirdorê dest bi avakirina cihekî ji bo şewitandina bermahiyên tibî kir. Bermahiyên tibî dê bi awayekî baş li vî cihê werin şewitandin da ku ziyanê negihêje derdorê."

Têkildarî mekanîzmeya kar, Elawî diyar kir ku dê gelek kort werin kolandin da ku çopa bermahiyên tibî tê de werin komkirin û got: "Her wiha 6 hawî hene, karkerên paqijiyê madeyan ji hev derdixin û her yekî di hawiyekê de bi cih dikin. Piştî li cihekî dûrî bajêr tên şewitandin."

Mahir Elawî diyar kir ku ev proje dê piştî 25 rojan bi dawî bû.

ANHA