Kongreya Star a Helebê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist

Bi diruşmeya "Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayê em ê dagirkeriyê bi dawî bikin û şoreşa jin mîsoger bikin", Kongreya Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist.

Kongreya Star a Helebê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist
Kongreya Star a Helebê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist
Kongreya Star a Helebê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist
Kongreya Star a Helebê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist
Kongreya Star a Helebê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist
Kongreya Star a Helebê konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist
1 îlon, 2020   17:38
HELEB

Konfernas li hola Efrîn a herêma Şiqêf bi beşdarbûna bi dehan nûnerên jin ên saziyên sivaka sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî hate lidarxistin.

Hola konferansê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîd Barîn Kobanê, Sakîne Cansîz, Arîn Mîrkan û pankartên "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e, bi rihê tolhildanê û têkoşîna malbatên şehîdan em ê dîwarê îmraliyê hilweşînin" hatibû xemilandin.

Konferans bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Endama rêveber a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Muna Yûsif axivî û ev tişt got: "Em konferansa xwe di roja Aştiyê ya Cîhanê de lidar dixin, ev asta berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd a li ser vê xaka pîroz û girêdana wan bi xaka xwe ve nîşan dide. Şêniyên taxê li hemberî dagirkeriyê sekinîn, xwe birêxistin kirin, tovên azadî, demokrasî û biratiya gelan çandin. Ev bi tena serî xwe kilîta aştiyê  ye."

Muna Yûsif bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser jinan û destnîşan kir "Dijminê demokrasî û azadiyê, di serî de dewleta Tirk hertim jinên rêxistinkirî dike hedef. Li dijî wan sûcan pêk tînin. Komkujiya Kobanê ya ku di encamê de 3 nûnerên Kongreya Star şehîd bûn mînakê vê yekê ne." Muna got, "Bi rihê şehîdên me, bi rihê jina azad em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin ta ku armancên wan bighînin serî."

Endama rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. Piştre rapora salane ya Kongreya Star ji aliyê endama Tevgera Jinên Ciwan Jînda Dilsoz ve hate xwendin.

Her wiha li ser pirsgirk û astengiyên ku li pêşiya jinan derdikevin û siyasetên dewletên desthilatdar ên li dijî jinan nîqaş hatin kirin.

Di konferansê de, Nehla Mistefa, Emîna Xidro, Feraşîn Mihemed, Zeyneb Îbo wekî endamên Koordînasyona Kongreya Star a Helebê hatin hilbijartin. Endamên nû soz dan ku erkê xwe bi cih bînin.

Konferans bi diruşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

ANHA