Li Eyn Îsayê du gorên komî hatin dîtin

Li navçeya Eyn Îsayê, du gorên komî yên cenazeyên endamên "Tugeya 93" ya girêdayî hêzên rejîma Sûriyê hatin dîtin.

Li Eyn Îsayê du gorên komî hatin dîtin
Li Eyn Îsayê du gorên komî hatin dîtin
Li Eyn Îsayê du gorên komî hatin dîtin
Li Eyn Îsayê du gorên komî hatin dîtin
1 îlon, 2020   14:14
EYN ÎSA

Li ser agahiyên şêniyên navçeya Eyn Îsayê ku du gorên komî hene, Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi lêkolînê kir.

Hêzên Ewlekariyê , Tîma Destwerdana Destpêkê ya Meclisa Sivîl a Reqayê agahdar kir da ku dest bi vekirina goran bike.

Herdu gorên komî li gundê Ferhaniyê yê 6 kilomtreyan dikeve başûrê rojavayê navçeyê ne.

Di gora yekemîn, de 14 cenazeyên endamên "Tugeya 93'an" ya girêdayî rejîma Sûriyê hatin dîtin. Gora duyemîn dê sibe were vekirin.

Li gorî texmînên şêniyan, di gora duyemîn de 40 cenazeyên endamên rejîmê hene, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin kuştin û şêniyên di saetên derengî şevê ji tirsa çeteyan ew defin kirin.

Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), cenazeyên di gora yekemîn de radestê hêzên hikumeta Sûriyê yên li herêmên Eyn Îsa û xetên temas bi artêşa Tirk a dagirker re kirine.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OEBxXgbB6-4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>