Austria: Divê dewleta Tirk li Ewropayê nebe xwedî hêz

Wezîrê Karê Hundir ê Avusturyayê Carl Nehmer got, divê  dewleta Tirk li Ewropayê nebe xwedî hêz û destnîşan kir ku ji ber tevgerên istixbarata dewleta Tirk ên li welêt ew bi fikar e.

Austria: Divê dewleta Tirk li Ewropayê nebe xwedî hêz
1 îlon, 2020   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karê Hundir ê Avusturyayê Carl Nehmer got: “Divê dewleta Tirk li Ewropayê nebe xwedî hêz. Em her hewldaneke wê ku bandor li rêgezên me yên bingehîn bike red dikin. Em ji tevgerên istixbarata wê li welêt bi fikar in.“

Wezîrê derve yê welêt Alexander Schallenberg di demek berê de bang li Yekitiya Ewropayê (YE) ku têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re careke din di ber çavan re derbas bikin. Her wiha anî ziman ku ew ji ber rewşa rojhilatê Deryayê Spî bi fikar in.

Schallenberg di kongreyek çapemeniyê de bi wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo re got: “Divê ez bêjim Avusturyayê ji vê rewşa xeter gelek bi fikar e ya ku dibe gurtir bibe.”

Schallenberg domand û got: “Divê YE`yê da ku têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re careke din di ber çavan re derbas bike.”

(şx)