Ciwanên PYD’ê yên Kobanê tev li pêngava "Em ê teqez bi serkevin" bûn

Ciwanên PYD’yê yên kantona Kobanê ragihand ku tev li pêngava "Em ê teqez bi serkevin" bûn. Her wiha piştrast kir ku dê asta têkoşînê li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker bilind bikin.

Ciwanên PYD’ê yên Kobanê tev li pêngava "Em ê teqez bi serkevin" bûn
1 îlon, 2020   13:36
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinan a Ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 15’ê Tebaxa borî de pêngava "Em ê teqez bi serkevin" ragihand. Da ku têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li çiyayên Heftenînê bilind bikin.

Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yên kantona Kobanê bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ya ji bo pêngavê ragihandin.

Bi dehan ciwanên PYD'ê li ber avahiya xwe ya li bajarê Kobanê daxuyanî dane. Endamê ciwanên PYD’ê Enwer Şêxo bi zimanê kurdî û Nûrcan Teyfot bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji bo jin, ciwan û tevahî pêşengên gelan, her wiha yên ku ji bo veguherandina aloziya li Rojhilata Navîn a vegerandina şoreşa azadiyê dixebitin re, divê baş bizanin ku rêya yekane di avakirina eniyeke mezin a yekgirtî de ye ku derbeyên biêş li dijî rejîma faşîst e.

Rejîma kapîtalîst û bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst hewl dide gelan bi rêya siyasî çewisandin û qirkirinê têk bibe. Lê belê berxwedana Heftenînê ya bi serkêşiya fermandarên hêzên tevgera rizgariyê gerîla ji mehan ve li hember vê rejîmê sekiniye û derbeyên biêş lê dide.

Berxwedana Heftenînê, ji bo parastina nirx û rûmeta gelê Kurd û tevahî gelên li herêmê ye. Ji vê bingehê û bi rihê berxwedana Heftenînê  û ji bo tolhildana her kêliyeke li Îmraliyê û ji bo rakirina rejîma dagirker ji kokê û têkbirina wê em ê teqez bi serkevin.

Bêdengiya li hemberî dagirkerî û sûcên wê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em bang li hemû ciwanên Kurd, Ereb, Êzidî, Tirkmen, Suryan dikin ku li gund, bajar, taxan bin her qadan bikin qada berxwedan û seferberiyê. Bi vê giyanê em ê teqez bi serkevin.

Em Yekitiya Jinên Ciwan û ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk bi giyanê şoreş û berxwedanê tevlêbûna xwe ji bo pêngava  "Em ê teqez bi serkevin" radighînin û vê pêngavê silav dikin."

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina şehîd, berxwedana Heftenîn û Îmraliyê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cv3S9p623oE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>