Projeya çandina daran li bajarokê Kesra

Şaredariya Gel a Kesrayê ya li rojavayê gundewarê Dêrazorê dest bi projeya ji nû ve çandina daran di nav park, peyaran, navînên rêya û deriyên têketina bajarokê de kir.

Projeya çandina daran li bajarokê Kesra
Projeya çandina daran li bajarokê Kesra
Projeya çandina daran li bajarokê Kesra
31 tebax, 2020   16:22
DÊRAZOR-ELÎ EL-SILÊMAN

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Kesra Xiyas El-Ecîl behsa projeya çandina daran kir û got: “Şaredariyê parekek navendî û lîstokgeheke zarokan li bajarokê ava kir û tê de dar û şînatiyên xemilandinê çandin.”

El-Ecîl destnîşan kir ku hewl didin parkeke din li ber deriyê têketina bajarokê ji aliyên rojhilat ve ava bikin. Destpêkê weke amadekarî darên sîwan(şemsiye) çandin.

El-Ecîl wiha domand: “Her wiha me dare li ber deriyên têketina bajarokê çandin. Peyare û navînên rêyan restore kirin û çerxerêya bi navê Dele ava kir.”

(şx)

ANHA