​​​​​​​Naveroka muzakereya MSD û Partiya Vîna Gel

MSD’ê û Partiya Vîna Gel ragihand ku wan têkildarî çareseriya siyasî li Sûriyê muzakereyeke lihevkirinê ya hevbeş îmze kiriye. Gelo bendên muzakereyê çi ne?

​​​​​​​Naveroka muzakereya MSD û Partiya Vîna Gel
31 tebax, 2020   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civîna çapemeniyê ya li paytexta Rûsyayê Moskovê de, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û serokê Partiya Vîna Gel Qedrî Cemîl muzakereya lihevkirinê îmze kir.

Bendên muzakereyê wiha ne:

Rewşa heyî û aloziya Sûriyê ya ku ketiye sala 10’emîn, piştrast dike ku ev alozî aloziyeke bingehîn e. Her wiha destwerdanên derve alozî zêdetir kûrtir kir û hemû vebijêrkên ewlehî û leşkerî bê wate man.

Li pêşberî rewşa trajedîk û azarên ku gelê Sûriyê wekî kuştin, girtin, revandin, koçberkirin û rewşa jiyanî ya xerab, li gel şerê ku binesazî û binesaziya civakî wêran kiriye, êdî pêwîst e ku tevahî hêzên neteweyî yên demokratîk ji bo bidawîkirina vê trajediyê û rûxandinê tev bigerin.

Wek berpirsyariyeke dîrokî li hemberî karesatên ku herêm û welatê Sûriyê tê re derbas dibe, her wiha ji bo pêkanîna guhartina bingehîn a demokratîk, siyasî, aborî û civakî, MSD û Partiya Vîna Gel li hev civîn û muzakereya lihevkirinê îmze kir. Xalên bingehîn ên muzakereyê wiha ne:

1. Di Sûriya nû de, xak û gelê Sûriyê yek in. Sûriya nû dewleteke demokratîk e û tê de wekhevî û edaleta civakî heye û bi tevahî pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Tirkmen, Ermen û Çeçen serbilind e. Di pirrengiya nasnameyan de hêmana dewlemendiyê de yekitî û hevgirtina civakî xurttir dike. Her wiha destûra wê ya demokratîk formeke pêşketî ya têkiliyên nenavendî, birêvebirina gel a desthilata yekser li herêman û dewlemendiyên heyî bi awayekî adilane li tevahî welat pêk tîne. Her wiha karên bingehîn mîna karên derve, parastin û aborî, bi awayekî wekhev tên birêvebirin.

2. Çareya siyasî deriyê tekane yê bidawîkirina aloziya Sûriyê ye. Her wiha ew çareya ku xwe dispêre serweriya gel a bi hemû pêkhate û mafê wan ên diyarkirina çarenûsê bi rêya diyalogê.

Di vê çarçoveyê de, her du alî piştgiriya pêkanîna biryara bi hejmara 2254’an bi giştî dikin ku di nav de  pêkanîna daxuyaniya Cinêvê û tevlêkirina aliyên opozîsyonê û di nav de MSD’ê ji çakakiya siyasî ya Sûriyê re. Ji ber ku ev biryar rêya rizgarkirina mafên gelê Sûriyê di vegerandina serweriya Sûriyê de, bidawîkirina tevahî ceza û şêweyên dorpêça li ser gelê Sûriyê ferzkirî, siyasetkirina alîkariyên mirovî, bidawîkirina dagirkeriyê û şêweyên destwerdanên derve û derxistina tevahî hêzên biyanî ji xaka Sûriyê ye.

3. Dewleta welatîtiyê ya wekhev li Sûriyê tekeziyê bi pirrengiya civaka Sûriyê, neçarkirina dîtina çareyên demokratîk û adil ji doza Kurd li Sûriyê re li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî û mafên wê yên destûrî dike. Her wiha di dewleta welatîtiyê de mafên neteweyî yên tevahî pêkhateyên Sûriyê di yekitiya Sûriyê û serweriya wê de parastiye.

4. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyek e û pêdiviyeke civakî ya girêdayî rewşa welat e. Her wiha ji bo bidawîkirina aloziyên heyî pêwîstiyeke herêmî ye. Ya girîng divê ji tecrubeya Rêveberiya Xweser bi erênî û neyîniya wê  sûd jê were girtin, nexasim di şêweyên rêveberiya gel li herêman de. Divê li ser asta neteweyî ya giştî û di çarçoveya lihevkirina di navbera gelê Sûriyê de bi pêş bikeve, da ku yekitiya xaka Sûriyê, serweriya wê û pergala rêveberiya giştî xurt bibe.

5. Artêşa Sûriyê, saziyeke neteweyî ya giştî ye, tenê bi rakirina çekan ve girêdayî ye û destwerdana siyasetê nake. Divê QSD ya ku bi awayekî cidî rola xwe di şerê li dijî terorê de lîstiye û hê jî li ser xurtkirina jiyana hevbeş dixebite, li ser bingeha form û mekanîzmayên lihevkirinê tev li vê saziyê bê kirin.

Li gorî vê, her du aliyan li ser xurtkirina peywendî û hevkariya li ser asta siyasî ya giştî û asta xebata yekser, li hev kir. Her du aliyan piştrast kir ku pêwîst e xebata hevbeş ji bo garantiya beşdariya MSD’ê di xebata siyasî ya tevahî hûrgiliyên de pêk bê û beşdarî komîteya destûra Sûriyê bibe.

(fr)

ANHA