Şandeya MSD'ê û Lavrov li hev civîn

Şandeya Meclisa Sûriya Demokratîk li Moskovê bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civînke li dar xist.

Şandeya MSD'ê û Lavrov li hev civîn
31 tebax, 2020   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Meclsa Sûriya Demokratîk (MSD) li paytexta Rûsyayê Moskovê piştî ku bi Partiya Vîna Gel a Sûriyê re peymana dan û standinên siyasî îmze kir, bi wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re rûnişt.

Şandeya MSD’ê ku ji seroka Komîteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed, cîgirê hevserokên MSD'ê Hîkmet Hebîb, serokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Barsûm û nûnerê MSD'ê yê Misirê Sîhanok Dîbo pêk tê. Piştî ku şandeyê bi serokê Partiya Vîna Gel Kadrî Cemîl re civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist, derbasî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bû.

Şandeyê bi Lavrov re hevdîtinek pêk anî. Li gorî agahiyan di hevdîtinê de çareseriya krîza Sûriyê, hevdîtinên komîteya destûrê li Cinêvê û alîkariya mirovî hatin nirxandin.