Muzakereya MSD û Partiya Vîna Gel hate îmzekirin - Hate nûkirin

Îro Meclisa Sûriya Demokratîk û Partiya Vîna Gel  têkildarî çareseriya siyasî ya Sûriyê li paytexta Rûsyayê Moskovê muzakereyeke lihevkirinê îmze kir.

Muzakereya MSD û Partiya Vîna Gel hate îmzekirin - Hate nûkirin
31 tebax, 2020   07:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û serokê Partiya Vîna Gel  Qedrî Cemîl beriya kêliyekê li paytexta Rûsyayê Moskovê civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de muzakereya lihevkirinê îmze kir.

Qedrî Cemîl piştrast kir ku muzakere tenê di navbera her du aliyên Sûriyê de ye û gelek bendan digire nava xwe.

Îlham Ehmed jî got ku ev muzakere ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê gaveke nû ye, ji ber vê yekê ew kêfxweş in û bi hêvî ne ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê kar û xebata xwe berdewam bikin û li şûna çareseriya leşkerî girîngiyê bidin çareseriya siyasî, dawî li nakokî û şer bînin,  koçber û penaberên li derveyî welat vegerin malên xwe û girtiyan serbest berdin.

Hate zanîn ku ew ê her du alî biçin Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê.

 (eh)

ANHA