Mijarên rojnameyên erebî – 31 Tebax

Rojnameyên erebî yên îro der barê mijara civînên komîteya makezagonê ya Sûriyê, her wiha rewşa li Lubnan û Sûdanê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 31 Tebax
31 tebax, 2020   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: HEVDÎTINÊN KOMÎTEYA MAKEZAGONÊ BÊ SÛD IN Û LIHEVKIRINEKE NAVDEWLETÎ TUNE YE

Rojnameyê nivîsî: "Tura sêyem a hevdîtinên ji bo makezagona Sûriyê li paytext Swîsre Cinêvê, pêyî pêşketineke berçav bi dawî bûn, wekî ku dihate payîn. Her wiha der barê mijarê de hîna hêzên herêmê û navdewletî yên li ser axa Sûriyê li hev nekiriye.”

Çavdêr dibêjin ku serkeftina komîteyê û amadekirina zagoneke nû, ne girêdayî hêzên xwecihî ye, lê bêhtir girêdayî vîna navdewletî ye, her wiha diyar kirin ku neçareserkirina doza bakur rojhilatê Sûriyê û paşguhkirina Yekîneyên Parastina Gel, ku ew herêm di bin desthilata wê de ye, her wiha aloziya Idlibê û derdora wê, ev tişt hemû dikin ku tu pêşketin di mijarê de çênebin.

Dîsa ligorî çavdêran çareserkirina aloziya Idlibê bi temamî girêdayî çareserkirina pirsgirêka Kurd e, Tirkiye hewl dide rewşa heyî li vê parêzgeha bakurê rojavayê Sûriyê ya di bin desthilata Heyet Tehrîr El-Şam de ye, wekî ku heye biparêze û di lîstika bazarên bi Rûsya û Amerîkayê re bi kar bîne.

Pir alî hişyariyê didin ku dibe Tirkiye dixwaze Idlibê bike Qibriseke nû, eger Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê hate çespandin, her wiha diyar kirin ku li gorî rewşa aloz pir zehmet e ku di mijara amadekirina makezagoneke nû ji bo Sûriyê  de pêşketin çêbin.”

ŞERQ EL-EWSET: MACRON LI BÊRÛTÊ YE… MISTEFA DÎB JÎ JI SEROKATIYA HIKÛMETÊ

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameyê nivîsî: "Duh li Lubnanê dûmaneke spî bilind bû, serokên hikumetên berê li hev kir ku balyozê Lubnanê li Almanyayê Mistefa Dîb ji bo serokatiya hikumeta nû erkdar bikin. Dê îro parleman der barê mijarê de biaxive, her wiha dê îşev serokê Fransayê Emmanuel Macron bibe mêvanê şahiya ‘Lubnana Mezin’.

EL-BEYAN: LIHEVHATINA DESTPÊKÊ YA BIDAWÎKIRINA ŞERÊ 17 SALAN LI SÛDANÊ

Der barê Sûdanê de rojnameyê nivîsî: "Ajansa Nûçeyan a Sûdanê ya fermî "SONA" roja yekşemê diyar kir ku nûnerên hikûmetê û eniya şoreşgerî ya Sûdanê ku 4 tevger di nav de ne, hevpemana destpêkê ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yên 17 salan îmze kir.”

(kn)