Hevpeymana aştiyê şerê navxweyî yê 17 salan ê Sûdanê bi dawî dike

Ajansa Sona ya Sûdanê ragihand ku nûnerên hikumetê û Eniya Şoreşger a Sûdanê ku ji 4 tevgerên çekdar pêk tê, ji bo bidawîkirina 17 salên ji şerê navxweyî dest bi hevpeymanekê kir.

Hevpeymana aştiyê şerê navxweyî yê 17 salan ê Sûdanê bi dawî dike
31 tebax, 2020   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sona diyar kir ku nûnerên aliyan cuda li Jobayê li ser 8 protokolên aştiyê îmze kirin, her wiha li ser doza xakê, edaleta veguhastinê, tawîz, sererastkirina ziraran û protokola beşa xwedîkirina pez, protokola dabeşkirina desthilatê, doza penaber û koçberan jî îmze kir.

Navbeynkar û şêwirmendê ewlehiyê duh ji serokê başûrê Sûdanê Tutko Gatluk re gotibû ku hikumeta başûrê Sûdanê ji bo garantiya aştiya gelê Sûdanê soza ku dabû, bi cih anî.

Tê payîn ku serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemedok, serokê başûrê Sûdanê Sêlva Kiir û gelek şandeyên biyanî îro li Eniya Şoreşger a Sûdanê hevpeymanê bi awayekî fermî îmze bikin.

Ev koalîsyon ji tevgerên li Darfor (rojava), her du wîlayetên başûrê Kordofan û başûrê Nîl El-Ezreq şer kirine, pêk tê.

(eh)