Li herêmên hikumeta Sûriyê: 75 kesên din bi koronayê ketin û 3 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê got, 75 kesên nû bi vîrusa koronayê ketine, 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane .

Li herêmên hikumeta Sûriyê: 75 kesên din bi koronayê ketin û 3 jî mirin
30 tebax, 2020   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku li Sûriyê 75 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 3 kesên din jiyana xwe ji dest dane û 15 jî baş bûne.

Li gorî daneyên wezaretê, li Sûriyê heta niha 2 hezar û 703 kes bi vîrusa koronayê ketine, 109 jî mirine û rewşa 614 kesan jî baş bûye