​​​​​​​Şêniyên Minbicê cenazeyê 3 cangoriyan spartin axê

Cenazeyê 3 şerevanên Hêzên Erka Xweparastinê yê ku di êrişa 28'ê Tebaxê ya li ser navçeya Eyn Îsayê de şehîd bibû, li goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê cenazeyê 3 cangoriyan spartin axê
30 tebax, 2020   20:58
MINBIC

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Minbicê cenazeyên şervanên Hêzên Erak Xweparastinê Ebdulrehman Abdullah Îsmaîl, Abdullah Mistefa Mistefa û Sabir Xelef El-Hacî yên ku 28'ê Tebaxê di êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Eyn Îsayê şehîd bibûn, veşartin.

Şêniyan cenazyên hersê şehîdan ji ber nexweşxaneya Furat wergirtin û ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîmek bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî şervanên Hêzên Erka Xweparastinê dest pê kir.

Hevserokê Buroya Parastinê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê Kendal Osman, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Xilêf, hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî Ebo û endama Meclisa Jin Nesîr Elî axivîn.

Di axaftinan de keda şehîdan a ji bo parastina xak û gelê xwe û pêkanîna jiyana hevbeş hate destnîşankirin.

Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker hertim hewl dide ku bi rêya şaneyên xwe yên veşartî destkeftiyên şoreşê yên ku bi keda şehîdan hatine qezenckirin têk bibin.

Di axaftinan de soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û rizgarkirina xaka dagirkirî hate dayîn.

Piştî axaftinan nasnameyên hersê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan di nava diruşmeyê "Şehîd Namirin" û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ANHA