Dewreya Şehîd Geylan Tirbespiyê ya Erka Xweparastinê bi dawî bû

Akademiya Şehîd Ehmed Elî ya Erka Xweparastinê li Reqayê dewreya  Şehîd Geylan Tirbespiyê bi dawî kir.

Dewreya Şehîd Geylan Tirbespiyê ya Erka Xweparastinê bi dawî bû
Dewreya Şehîd Geylan Tirbespiyê ya Erka Xweparastinê bi dawî bû
Dewreya Şehîd Geylan Tirbespiyê ya Erka Xweparastinê bi dawî bû
25 tebax, 2020   13:05
REQA

Bi beşdariya şervanên Erka Xweparastinê, QSD’ê, endamên saziyên sivîl û meclisên herêmî, Akademiya Şehîd Ehmed Elî dewreya xwe ya 5’emîn bi dawî kir.

Dewre 45 rojan dom kir. Şervanan di dewreyê de waneyên leşkerî û siyasî girtin. Her wiha li ser çawaniya bikaranîna çekên giran, navîn, hunerên şer li gel waneyên fikrî û siyasî dîtin.

Di merasîma bidawîkirinê de endama rêveber ya Nivîsgeha Parastinê ya Reqayê Rojhilat Reqa di destpêka axaftina xwe bidawîkirina dewreyê li şervanan pîroz kir û wiha got: "Ev çeka ku îro di destê me de ye, ji bo ku parastina xak û gel ji dijminan bikin. Divê bi bawerî û wefadarî bi kar bînin."

Piştre şervanan toraneke leşkerî li dar xist, dûvre şervanan sonda leşkerî xwar û soz da ku hemû destkeftiyên şehîdan biparêzin û li hember her dijmjinekî li dijî yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, bisekinin. 

Şehîd Geylan Tirbespiyê yê ku dewre bi navê wî ye, li herêma Dêrazorê di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bûbû.

(sm)

ANHA