'Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan pîvanên navneteweyî derbas kirin'

Yekitiya Jinan a Azad a kantona Şehbayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî jinan şermezar kirin û bang li rêxistinên jinan ên li cîhanê û rêxistinên NY`yê kir ku li pêşberî raya giştî û li gorî qanûnên navneteweyî sûcên wan eşkere bikin.

'Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan pîvanên navneteweyî derbas kirin'
24 tebax, 2020   10:03
ŞEHBA

Êrişên dewleta Tirk ên li ser jinên li Tirkiyê, Bakurê Kurdistanê û herêmên dagirkir, bertekên jinên çalakger zêdetir kirin.

Têkildarî êrişan, Yekitiya Jinan a Azad li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir, her wiha endama rêveberiya yekitiyê Fatima Cimo daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:"

"Di pêvajoya dîroka şeran de herî zêde jin di sûc û azaran re derbas dibin, şerê Sûriyê jî ji pêkanîna van sûcan ne dûr e û di pêvajoya dîrokê de jin bi hemû cureyên zilm û zorî û koçberkirinê re rû bi rû maye. Nexasim  dema dewleta Tirk a ku dîroka xwe li ser bingeha komkujî û îxanetan ava kiriye, destwerdana aloziya Sûriyê kir û piştgiriya komên terorîst ên tundrew kir, jin rastî hemû kiryarên dermirovî hatin, ji ravandinê bigire û heta bi destdirêjiyê.

Li Tirkiyê efserekî dewleta Tirk destdirêjiyên cinsî li ser  jina ciwan a bi navê Epak pêk anîn û piştî wê gefa qetilkirinê lê xwar, ji ber vê yekê jina ciwan xwe kuşt, ev jî isbata hişmendiya siyaseta hakim dike.

Li gel vê yekê dewleta Tirk a faşîst li Efrînê, Şehba, Bakurê Sûriyê, Idlib, Hema û tevahiya xaka Sûriye ya ku dagirkirî, jin dirivîne û li hemberî serbestberdana wan fîdyayan dixwazin. Armanca vê yekê jî ew e ku jinan bifiroşin, wan bişînin Lîbyayê, ev yek jî bi destê çeteyên Firqet El-Hemzat û Sultan Murad pêk tên. Sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin ji bo tevahiya rêxistinên mafên mirovan û mirovahiyê şermek e.

Sûc û kiryarên ev kom pêk tînin hemû pîvanên navneteweyî binpê dikin û ji bo jinan û tevahiya pêkhateyan qirkirin e.

Em Yekitiya Jinan Azad a li Şehbayê bi hemû pêkhateyên xwe ve sûcên dewleta Tirk ên li  dijî jinan şermezar dikin û dibêjin ev tundirîn cureyên terorê yên li dijî mirovahiyê ne. Em bang li tevahiya rêxistinên mirovî û rêxistinên NY`yê dikin ku li dijî van êrişan bisekinin û dawî li zilma terorîstan a li dijî jinan bînin, her wiha van sûcan li pêşberî civaka navneteweyî eşkere bikin û sûcdaran ceza bikin, bi vê yekê em ê dawî li terorê bînin."

Daxuyanî bi sloganên"Bijî jina azad" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="314" src="https://www.youtube.com/embed/e041TWt9KZ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>