Malbatên Şehîdan êrişên li ser goristanan şermezar kirin

Meclisên Malbatên Şehîdan ên li bajar û navçeyên kantona Qamişlo êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser  Goristana Şehidan a Serêkaniyê  û tevahiya herêmên dagirkirî şermezar kirin.

24 tebax, 2020   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî Goristana Şehîdan a li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî, bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên civaka sivîl ên li bajar û navçeyên Qamişlo li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan û goristanên şehîdan kom bûn û daxuyanî da.

Di daxuyaniya Saziyên Malbatên Şehîdan de ev yek hate ragihandin: "Dewleta Tirk a faşîst a bi serkêşiya AKP û MHP`ê li pêşberî çavên cîhanê qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan bipê dike û bi tevahiya rêbazan li hemberî xwestekên gelên me yên avakirina welatekî birûmet ku tê de xwedî nasname bin disekinin, nirxên madî û manewî binpê dikin."

Di pêvajoya dîrokê de tu rejîm wekî vê rejîma faşîzm tune ye, gihaşt asta ku êrişî goristanên şehîdan bike, jixwe beriya niha jî êrişî goristanên li Bakurê Kurdistanê û Efrîna birîndar kir, îro jî li Serêkaniyê heman rêbazan bi kar tîne û goristanan xerab dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran malbatên şehîdan  çi Kurd, Ereb û çi jî Suryan û tevahiya gelên azadîxwaz û têkoşer be, em ê bi tevahiya şêwazan û hêza xwe li hemberî şerê taybet ê dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û siyaseta wê ya hovane eşkere bikin.

Em ji her qonaxê zêdetir bi israr in ku di nava gelên azad de cihê xwe çêkin, ji biçûk heta bi  mezinan em ê li qadên têkoşînê bin û alên me bilind bin, heta rizgarkirina Serêkaniyê, sekinandina guhartina demografiya herêmê, şêniyên me vegerin xaka xwe, mirovahî bibe xwedî îradeyeke azad û birûmet û civaka ji terorê rizgar bibe, em ê li eniyên şer bin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qbqdzPcpz_E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>