Ji bo kampa Minbicê amadekariyên hemleyên zanebûnê

Komîteya Jinê ya Minbicê û Gundewarên bi kordîneya bi Nivîsgeha Jinan a Kampan re lidar xist, da ku rewşê jinê nîqaş bikin û li kampa Risim El-Exder, hemleyekê zanebûnê destpê bikin.

Ji bo kampa Minbicê amadekariyên hemleyên zanebûnê
Ji bo kampa Minbicê amadekariyên hemleyên zanebûnê
Ji bo kampa Minbicê amadekariyên hemleyên zanebûnê
Ji bo kampa Minbicê amadekariyên hemleyên zanebûnê
24 tebax, 2020   12:13
MINBIC

Bi armanca hişyarkirina jinê ji aliyên civakî, tenduristî û ewlehiyê ve, Komîteya Jinê ya Minbicê civînek bi beşdariya endamên Komîteya Jinê û Komîteya Tenduristiyê û Hêzên Ewlehiya Hundurîn-Jinê li dar ket.

Di nîqaşan de, biryara hate standin ku du komîte  werin avakirin da ku ji jinên li kampa Risim El-Exder re ku li rojhilatê bajarê Minbicê ye, lidar bixin.

Tê payîn ku hemle 15 rojan dewam bike.

Li ser armancên hemleyê û amadekariyên wê, Berdevka Fermî ya Komîteya Jinê Ibtîsam Ebid El-Qadir diyar kir ku hemele armanca wê ew e ku jin zana bibe û li kampê xwe bi rêxistin bike û wiha dewam kir:"Li kampê diyardeya zewca temen biçûk, zêde bûye ev jî dihêle ku civak ji hev bikeve, lewra ev hemle hate destpêkirin. Di heman demê de, wê bandora şerê taybet jî werê şirovekirin."

Hemle dê ji sibê ve destpê bike.

ANHA