Li Sûriyê di encama teqîna xeta gazê li Şamê de, kehrebe qut bûye

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî hikumeta Sûriyê ragihand ku xeta gazê teqiya û di encamê de kehrebeyê li Şamê qut bû.

Li Sûriyê di encama teqîna xeta gazê li Şamê de, kehrebe qut bûye
24 tebax, 2020   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê kehrebê Mihemed Zuhêr  Xerbotlî ji ajansa SANA’yê re got li herêmên Dimêr û Edra yên li bejahiyên Şamê teqîneke pêk hat.

Xerbotlî daxuyand ku ev teqîn ya 6’emîn e ku li heman xeta gazê çêdibe, di encamê de zexta li stasyona Dêr Elî kêm bû û gazê kêm bû.

Ev teqîn bû sedema ku hemû stasyonên din ji xizmetê derkevin û kehrebe bi giştî qut bû .

Li gorî wezîrê kehrebê, dibe ku teqîn karekî terorîst be.

Wezîrê Petrol û Dewlemendiya Hesin endazyar Elî Xanim diyar kir ku xeta gazê ya erebî ya ku herêma başûr ji pêdiviyan dabîn dike, di encama karekî terorîst teqiya.

 (sm)